Leyla Guven piştî ku da zanîn wê dawî li greva birçîbûnê aniye, rakirin nexweşxaneyê. Guven got, “Berxwedan bi ser ket.” Guven bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Memorialê. Guven dema rakirin nexweşxaneyê daxuyaniyeke kurt da û got, “Ez malavahiya her kesî dikim ên ku ji roja destpêkê heta îro piştgirî dan çalakiyê. Bi berxwedana kolektîf gelên Tirkiyeyê û berxwedana Tirkiyeyê bi ser ket.

Bihîstina dengê Birêz Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiya Rojhilata Navîn gelekî girîng bû. Xwezî bêyî mirinan em bi ser ketana, em dilşewatin, lê berxwedan bi ser ket.”