Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got, “Leyla Guven a ku 32 roj in di greva birçîbûnê de ye, rê dide ber me. Leyla Guven heye, deng û îradeya wê heye. Bivê nevê hûnê vî dengî bibihîzin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di kongreya partiya xwe ya navçeya Sancaktepe ya Stenbolê de axivî.
Temellî got, heta ku aştî pêk bê, têkoşîna wan wê bidome û wiha dewam kir: “Leyla Guven a ku 32 (îroj 33) roj in di greva birçîbûnê de ye, rê dide ber me. Divê her kes hurmetê nîşanî vê îradeyê bide. Dem hatiye ku dengê Leyla Guven bê bihîstin. Parlament Leyla Guven ji nedîtî ve tê, weke ku Leyla Guven nîne bêxem e. Leyla Guven heye, dengê wê heye, îradeya wê heye. Bivênevê hûnê vî dengî bibihîzin, ji ber ku dengê Leyla Guven dengê rastiyê ye. Dengê li dijî faşîzm, zext, zilm û şer e.
Kî vî dengî bilind dike, kî alîgirê aştî, demokrasî û îradeya paşeroja hevpar e, dibe hedefa rejîma Erdogan.”
Tecrîd wê bê şikandin
Temellî diyar kir ku divê tecrîd bê rakirin û got, “Eger tecrîd neqede, ev welat wê bikeve nava felaketê, wê ber bi hilweşînê ve biçe. Ne tenê ev welat, Rojhilata Navîn jî ber bi felaketê ve diçe. Li her derê çete hene, zeytûnan talan dikin, bi rengekî namerdî êrişê dibin ser Efrînê. Niha Rojava dikin hedef. Bi çeteyên li Îdlibê re hevkariyê dikin. Ji ber ku derdê wan ew e ku bi Kurdan re jiyaneke hevpar neyê afirandin.
Lewma divê tecrîd biqede. Gelên Tirkiyeyê, memûr, jin û her kesê li vê erdnîgariyê, divê xwedî li îradeya aştiyê ya gelan derkevin. Ev yek jî bi têkoşîna hevpar, bi xwedîderketina li dengê Leyla Guven dibe.”
STENBOL