Leyla Guven û Fadîle Tok ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, bi rêya telefonê bi hev re peyivîn. Leyla Guven 87 roj in li Amedê, Fadîle Tok jî 14 roj in li Mexmûrê di greva birçîbûnê de ne.
Tok ji Guven re got, “Destpêkê berxwedana ku bi pêşengiya te dest pê kiriye ji dil û can silav dikim. Ez dibêjim, heta dawî li tecrîdkirina Rêberê me neyê anîn em ê berxwedana xwe bidomînin û bi ser bikevin. Em dibêjin, wê serketin ya gelê me be, em ê bibin xelekek li dora Rêbertiya xwe û Rêbertiya xwe ji nav çar dîwarên zindana Îmraliyê azad bikin. Em ê bi Rêbertiya xwe re li ser warê azad, bi kêfxweşî bijîn. Wê ev berxwedana ku bi pêşengiya te dest pê kiriye bi ser bikeve. Ev berxwedan niha li welat û derveyî welat belav bûye. Wê ev berxwedana me bi ser bikeve. Serketin ya gelê me ye.”
Guven: Em ê bi ser kevin
Leyla Guven jî got, “Ez destpêkê gelê berxwedêr ê Wargeha Mexmûrê ku ev 21 sal in ji xaka xwe ya pîroz qut bûye, ji dil û can silav dikim. Ez berxwedana te jî silav dikim. Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Apo dest bi greva birçîbûnê kir. Ez bi xwe bi bawer bûm ku em ê karibin Rêber Apo xwe ji zindana Îmraliyê derxînin, lewma min bi dest bi vê berxwedanê kir. Ez niha jî bawerim ku em ê vê tecrîdê bişikînin û wê berxwedana me bi ser bikeve.
Ez dubare ji dil û can berxwedana te silav dikim. Silavên xwe yek bi yek ji gelê me yê berxwedêr ê wargeha penaberan re dişînim. Ez dibêjim heta ku em dîwarê zilmê bişikînin, em ê berxwedana xwe bidomînin.”
Leyla Guven di dawiya axaftina xwe de got, “Berxwedan jiyan e”, “Serketin a me ye”.