Hunergeha Şehîd Welat a li bajarê Qamişloyê, ji bo piştgiriya Leyla Guven û çalakgerên grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêeberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, stranek çêkirin û klîba wê jî weşandin. Delîlê Mîrsaz gotinê wê nivîsîn û awaza stranê danî. Eyşe Serdar bi dengê xwe yê nermexweş got. Derhêneriya klîbê jî Eliyê Ferman kiriye. Ji bo amadekirina vê berhema bi aranjeya Kawayê Xalid û Serxwebûnê Zeyno, Navedan Çanda Girbawî, Navenda Çanda Mihemed Şêxo, Komuna Şano û Oudeh Compclny bûne alîkar.

Stran bi beyta “Leyla Leyla, can e leyla; Dengê berxwedanê Leyla” dest pê dike. Gotinên li stranê li jêr in:

Leyla Leyla, can e leyla

Dengê berxwedanê leyla

Rê û armancên te hêjan e

Çar hêlên dinyê pê şan e

Serê me bilind hildane

Leyla Leyla canê Leyla

Tîna dilê te pîroz e

Ji dozê ra hest û soz e

Li hember dijminê însan

Bablîs û ba û bahoz e

Girnijîna te delalê

Hejand erşê zilimkaran

Rist û peyvên te li her malê

Vejandî kîna salan

Mirovahiya bendkirî wê

Azad bibe ji nav çar dîwaran

Mirovahiya bendkirî wê

Azad be Leyla Lelya

Bûka jiyana nû Leyla

Kesên dixwazin li stranê ji dengê Eyşe Serdar guhdarî bikin û li klîbê temaşe bikin, dikarin ji lînka li jêr xwe bigihîninê:

 

https://www.youtube.com/watch?v=7O8_snSgb-o&

 

NAVENDA NÛÇEYAN