‘Çiqas rojeke xweş e, mixabin divêt ez biçim. Lê eger bi hezaran mirov bi rêka me hişyar bibin û têkevine nav tevgerê, nexwe mirina me çima bibe pirsgirêk?’

Şev û rojên me, dem û kêliyên me bi wê tijî ne. Di her demên jiyana me de dîmenên wê yên tije kenîn, tine hêvî û tije têkoşîn hene. Di nivistin û şiyarbûna me de, di xwarin û vexwarina me de ew, di birçîbûna me ya rûmetê de ew, di têrbûna me ya ji şanaziyê de ew heye. Çawa ku bawermend bi navên yezdan û xwedawendên xwe dest bi jiyana rojane dikin û çawa ew peyv, têgih û hevokên evrahî yên pîroz hêzê didin bawermendan, bi heman rengî, bi heman awayî navê wê jî hêzê dide me.

Navê hêz û baweriya vê serdemê niha Leyla ye. Niha Leyla dibe îro, dibe siba û dibe dîrok. Leyla vedigere jinên di dîrokê de veşartî mayîne, Leyla dibe Rosa, Tanya, Tamara, dibe Klara, dibe Sakîne. Leyla dibe Ayçe Îdîl...

Ji nişkeve navekî pir xweşik, sûretekî pir delal, helwesteke pir tund a li dijî faşîzmê derdikeve pêşberî me.

Leyla dibe Sophîe Scholl, ew wê ji dîrokê ji me re tîne.

Ew wêneyê nemir, ew nêrînên wek ‘Gula Spî’ ew gotinên jibîrnabin li pêş çavên me zindî dibin.

Û çîroka Sophîe li ser perdeya mêjî xuya dibe. Sophîe Scholl ango Sophia Magdelena. Di 9 ê Gulana sala 1921 ê de li Forschtenberga Elmanyayê hatiye dinê.

Salên di serdema serdestiya faşîzma Elman de li zanîngeha Mûnîhê xwendekar e.  Ji malbatê perwerdeyeke li ser bingeha wîcdanî dîtiye, lewra li dijî şer e.

Sal 1942 ye. Hîtler li pêş bajarê Stalîngradê têkdiçe, têkdiçe xeyala dagirkirina dinê, hêviya ku nijada Elman bibe serdestê gerdûnê têk diçe, xewna bidestxistina welatan, kanên petrol, zêr û madenan, karker û mirovên ji bo bilindbûna Elmanan bixebitin tevde têkdiçin. Stalîngrad wek destpêka têkçûna mezin e.

Gelê Elman yê di bin bandora axaftinên Hîtler de jî hêdî hêdî pê dihese, ferq dike ku zarokên bi şahî dişandin şerî nema vedigerin. Di nav civakê de nerazîbûneke kûr û bêdeng heye, lê nikarin bidengî belav bikin.

Vaye di wê demê de Gula Spî derdikeve qada dîrokê. Gula Spî ku îspat dike ango di dema şerê dijwar de jî mirov dikare heta dawiyê romansî bimîne. Li zanîngeha Munîhê bi singa gelek xwendekaran ve gulên spî li hawîrdor digerin.

Pir dom nake, nameyên aştîxwaz û dijberên şerî di qutîkên posteyên gelekan de peyda dibin. Gestapo dîn û har e, Gestabo dev davêje goştê xwe lê bêhude ye. Nikare bibîne, ew kesên gulhebîn, ew kesên gulperest nayêne dîtinê.

Heta wê roja ku di nav  zanîngehê de belavokên aştiyê dihêne belavkirin. Ji nişkeve ji qata herî jor ve bi sedan belavok bi hewa dikevin û xwe li her deverên zanîngehê datînin.

Bêguman li her der û deverê nokerên faşîstan jî hene. Giliya Shopîe dikin. Ew, birayê wê Hans û hevriyên wan yên di nav rêxistina Gula Spî de ne dihêne girtin.

Shopîe û hevalên wê dadgeh dikin. Dozgerên Hîtler pir bi hêrs in, di bin hinde zext û zulma pergalê de jî ev ciwanên ku wek şitlên nûgihiştî ne çawa dikarin li hemberî wan derkevin û têkevine nav xebata wiha?

Sûc diyar e: Xiyaneta li welatî ye, xebata li dijî şer e, xerakirina dilşadiya artêşê ye.

Ceza jî îdam e, dardekirin e.

Gotina Sophî ya di dadgehê de dibe dîrok:’Rojek wê bê, hûnê li şûna me rûnin û wê ev gel we mehkeme bike.’

Li gorî qanûna wan divêt yên bi cezayê dardekirinê dihêne cezakirin herî kêm 99 roj di girtîgehê de bêne girtin û dûvre îdam çêbe.

Lê nasyonal sosyalîst wisa nakin. Di nav 4 rojan de îdamê pêktînin.

‘Çiqas rojeke xweş e, mixabin divêt ez biçim. Lê eger bi hezaran mirov bi rêka me hişyar bibin û têkevine nav tevgerê, nexwe mirina me çima bibe pirsgirêk?’

Ew gotina Sophîe ya dawiyê ye. Gava serê wê bi giyotînê jêdikin, birayê wê Hans diqîre:’Bijî azadî!..’

Niha li gelek deverên Elmanyayê navên wan li dibistanan, li kolanan, li gelek şûnwaran dijîn. Li hewşa zanîngeha Mûnîhê abîdeya Gulên Spî, Sophîe Scholl û hevalên wê hene. Li ser jiyan û têkoşîna wan fîlm, pirtûk û gelek berhemên din hatîn amadekirin.

Shopîe û hevalên wê di nav me de dijîn. Li Kurdistanê li gelek deverên cîhanê yên hîna radest nebûyîne û li ber xwe didin.

Çalakiya Leyla ya dîrokî xwe gihand rojên 80 yan, Leyla li derve jî be wê li berxwedana xwe berdewam bike. Lewre Leyla gotina xwe ya:’Berxwedan bilind dike, pasîfîzm dide wendakirin.’ Ji dîrokê re diyarî kiriye. Berî bi qasî çil salan Mazlum Dogan jî gotibû:’Teslîmbûn dibe xiyanetê, berxwedan dibe serkeftinê.’

Û gotina Shopîe ya ‘Hûnê rojekê li şûna me rûnin.’

Niha di berxwedana Leyla Gûven de carekî din dubare dibe.