Bi hinceta operasyona leşkerî li 11 gundên navçeyên Licê, Karaz û Hezro yên Amedê derketina derve hate qedexekirin. Qedexeyê doh saet di 05:00 de dest pê kir û heta fermaneke duyemîn wê bidome. Walîtiya Tirk a li Amedê diyar kir, ku li gundê Kayacik, Ortaç, Yalaza, Baglan, Çavundur, Dolunay û Kabakaya yên Lîcê, Çitlibahçe, Sarierik û Ormankaya yên Hezroyê û Boyunlu yê Karazê derketina derve hatiye qedexekirin. 


 AMED