Li 117 hepsên li Tirkiye û Kurdistanê 600 girtiyên siyasî ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê, dest bi greva birçîbûnê kir. Çalakiya girtiyên siyasî di roja 17’an de ye.

Rêvebirê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Parêzer Bunyamîn Şeker, li ser rewşa girtiyan peyivî.

Şeker, diyar kir ku ji daxuyaniyên girtiyên siyasî jî tê fêmkirin ku çalakiyên greva birçîbûnê bi awayekî biryardar didomin û ev jî nîşan dide ku wê merheleya wê ya din çawa be û got, “Heger ev yek neyê çareserkirin dibe ku çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan bigihîjin asteke din.”

Rewşa 6 girtiyên jin xirab e

Parêzer Şeker, destnîşan kir ku rewşa Leyla Guven û ya 6 jinên li hepsa Xarpêtê di asta krîtîk de ye û got, “Li hepsê me hevdîtin kirin. Niha 7 jin di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ne û rewşa tenduristiya wan ne baş e. Me li Xarpêtê serdana 6 jinên di grevê de kir. Kîloyên bedena wan pirr kêm bûne û tansiyona wan nebaş e. Me xwest em ji bo vê yekê hevdîtinê bi îdareya hepsê re bikin, lê daxwaza me hat redkirin.”

‘Divê dewlet dev ji vê helwêstê berde’ 

Bunyamîn Şeker, nerazîbûn nîşanî destgîrkirina kesên li derve destekê didin çalakiyên greva birçîbûnê da û got, ferasetek heye ku bi konsepteke navendî dixwaze çalakiyên greva birçîbûnê bitepisîne. Divê dewlet demildest dev ji vê helwêstê berde û ji bo bicihanîna daxwazên girtinyan tavilê têkeve nava  tevgerê.

 

MA/AMED