Li 3 bajaran çalakî
Însiyatîfa Zarokên Agir li Îzmîr, Bîlecîk û Çanakkaleyê gelek çalakî pêk anîn.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê însiyatîfê ve hate kirin, li dijî êrişên dewletê yên li hemberî Kurdan li sê nuqteyên Îzmîrê, li Çanakkale û Bîlecîkê çalakî kirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li tunela Belkahveyê ya Îzmîrê roja 12’ê Tîrmehê kamyonek, di 13’ê Tîrmehê de li taxa Gumuldur a Îzmîrê qadeke berfireh, heman rojê li Bîlecîkê banê avahiyek ”faşîstan”, li Çanakkaleyê kamyonek û 14’ê Tîrmehê jî li Pinarbaşi Erkanê ya Îzmîrê tesîsek hat şewitandin. NAVENDA NÛÇEYAN