Di çarçoveya operasyonên di bin navê KCK’ê de yên ji aliyê rejîma AKP'ê ve li hemberî siyaseta Kurdan tê meşandin de, li Stenbolê nêzî 20 endamên Ciwanên Demokratîk û Welatparêz (DYG) hatin binçavkirin. Di demjimêrên danê sibê de li navçeyên Esenyûrt, Beylîkduzu û Avcilarê di encama operasyoneke hemwext de polîsan avêt ser gelek navnîşanan û herî kêm 20 ciwanên Kurd hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Saziya Tiba Edlî.
Li Wanê serdegirtinên hemwext
Li navçeyên Bêgirî, Ebex û Erdîşê yên Wanê jî bi fermana Dozgeriya Komarê yê bi Rayeya Taybet a Wanê serê sibê bi ser gelek malan de hate girtin. Li malan lêgerîneke dijwar hate kirin. Di serdagirtinên li Bêgirê de edamên Meclîsa Şaredariyê Bahattîn Sayan û Songul Akbulut hatin binçavkirin. Li Ebexê jî bavê Îbrahîm Atabay ê ku par ji aliyê leşkeran ve hate kuştin Nûnerê MEYA-DER'ê yê navçeyê Gafur Atabay hate binçavkirin.
Di serdagirtinên li navçeya Erdîşê jî Serokê Rêxistina BDP'ê yê Eganisê Nurî Tunç, Rêveberê BDP'ê yê navçeyê yê berê Şevket Ulugana, Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê Cevdet Zîlanli, rêveberên KURDÎ-DER'ê Necmettîn Açik û Omer Sayiner, Nûnerê MEYA-DER'ê yê Erdîşê Zekî Îşcan, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Eganisê yê berê Mehmet Gurbuz, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Erdîşê Mehmet Siddik Geçer, Endamê KCD'ê Abdurrahman Çagan, Endamê KCD'ê Cevdet Avci, Nûnerê TUYAD-DER'ê yê Erdîşê Fevzî Can, Endamê Meclîsa Şaredariyê Mahmut Çelebî, Rêveberê BDP'ê yê navçeyê yê berê Abdulah Akin, esnaf Nevzat Zîlanlî û Sadik Îş, Bahattîn Gezer û keseke navê wî nehate zanîn hatin binçavkirin. 20 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.
Rêvberên BDP'ya Şirnexê hatin binçavkirin
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de rêveberên BDP'ê Ekrem Şavlî li malê binçavkirin û ji ber ku Yasin Oztaş ne li malê bû li Cizirê binçav kirin. Şavli û Oztaş şandin Midûriyeta Polîsan a Hezexê. Yekîneyên Midûriyeta Polîsan serê sibê li navenda Balikesir û navçeyên wê Bandirma, Edremit û Ayvalıkê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malande rêveberên BDP'ê Ramazan Ekinci, Sebahattin Enuştekin, Îrfan Aşar û xwendekarên zanîngeha Balikesirê Emrah Seçil jî di nav de 10 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin. Li Mêrsînê polîsan bi ser gelek malan de girt û herî kêm 6 kes hatin binçavkirin. Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Mêrsînê li navçeya Akdenîz, Toroslarê biser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de herî kêm 6 kes binçav kirin. Duh jî 3 jê zarok 5 kes hatibûn binçavkirin.
WAN/ŞIRNEX