NAVENDA NÛÇEYAN Li 5 bajaran çalakî
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Arjîn Amed a YPS’ê li 5 bajaran li dijî dagirkeriyê çalakî li dar xist. Yekîneyê diyar kir ku wan li Stenbol, Mereş, Îzmîr, Sakarya û Çorûmê çalakî kirine û li dijî dagirkeriyê peyama berxwedanê dan.
Der barê çalakiyan de agahî hatin dayîn:
“21’ê Hezîranê li navçeya Dûlkadîroglû ya Mereşê fabrîkeya tekstîlê ya kesên AKP’yî hat şewitandin. Di vê çalakiyê de fabrîkeya kesê AKP’yî hate îmhakirin.
Heman rojê li ser rêya Mereş-Dîlokê li dijî 2 depoyên fabrîkeya tekstîlê ya alîgirê AKP’ê çalakî hat kirin, beşekî fabrîkeyê û 2 depoyên wê şewitîn û îmha bûn.
Li Odemîşa Îzmîrê depoya kayê ya kesên faşîst hat îmhakirin.
20’ê Hezîranê li Taxa Ûlûkavak a Çorûmê wesayîta kesekî faşîst hat şewitandin.
19’ê Hezîranê li navçeya Zeytînbûrnû ya Stenbolê atolyeya mobîlya û sîngerê ya alîgirê rejîma faşîst a AKP û MHP’ê hat şewitandin.
17’ê Hezîranê, li navçeya Karasû ya Sakaryayê kargeha kesekî faşîst ê AKP’yî hat îmhakirin.
16’ê Hezîranê, li Aksaray, Okmeydani, Tarlabaşi û Gaziya Stenbolê 5 wesayîtên kesên alîgirên AKP û MHP’ê hatin şewitandin.
Li navçeya Beylîkduzu ya Stenbolê avahiyeke 7 kat a mutahîtekî faşîst ê ji Trabzonê hat şewitandin.
Li Sûltanbeyliya Stenbolê bi molotofan 2 avahiyên faşîstên AKP û MHP’ê hatin şewitandin.
9’ê Hezîranê li navçeya Hendekê ya Sakaryayê fabrîkeyeke alîgirên AKP û MHP’ê hat şewitandin.
NAVENDA NÛÇEYAN
NAVENDA NÛÇEYAN