Sazî û rêxistinên jinan ên li Dêrik, Tirbespiyê, Qamişlo, Dirbêsiyê û Kobanê kumkujiya Parîsê ku 3 jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şoylemez hatibûn qetilkirin, bi çalakiyan şermezar kir. Di çalakiyan de soza bilindkirina têkoşîna jinê hate dayîn. Bi rasthatina yekemîn salvegera komkujiya Parîsê sazî û rêxistinên jinan ên li bajarên Dêrik, Tirbespiyê, Qamişlo, Dirbêsiyê û Kobanê yên Rojavayê Kurdistanê çalakî û daxuyaniyên şermezarkirinê pêk anîn.


Li Dêrikê daxuyanî

Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan li bajarê Dêrikê daxuyaniyeke nivîskî weşan û qetilkirina sê jinên Kurd şermezar kir. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Em hemû awayên kumkujiyên li dijî jinan û komkujiya li dijî sê jinên Kurd jî bi tundî şermezar dikin." Di daxuiyaniyê de ji rêxistinên navnetewî hate xwestin ku kujerên hersê jinên Kurd bêne aşkere kirin û darizandin. Di dawiya daxuyaniyê de jinan soz da ku li ser bîranîna hersê jinên têkoşer têkoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin.

Li Tirbespiyê civîn

Bi heman armancê rêxistina Yekîtiya Star li bajarê Tirbesiyê civînek lidar xist. Civîn bi tevlîbûna  bi sedan jinên bajêr li navenda Çand û Huner ya bajêr bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê endama Yekîtiya Star Dicle Serêkaniyê derbarê jiyan û têkoşîna hersê jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şoylemez de axivî û da zanîn ku êrîşa li dijî hersê jinên têkoşer êrîşa li dijî iradeya gelê Kurd bû. Li ser navê Komîteya Têkiliyên Diplomasî ya (TEV-DEM), Saziya Malbatên Şehdîan û Tevgera Ciwanên Şoreşger jî axaftin hatin kirin û komkujiya Parîsê hate şermezar kirin.

Daxuyaniya hevbeş
Li bajarê Qamişlo jî rêxistinên jinan ên bajêr daxuyaniyeke hevbeş weşandin û komkujiya Parîsê şermezar kirin. Daxuyanî li pêşiya Navenda Zanist û Perwerdeya Jinê ya li taxa Xerî a Qmişlo hate xwendin. Di daxuyaniya hevbeş de komkujiya Parîsê bi tundî hate şermezar kirin û ji raya giştî û rêxistinên mirovahî hate xwestin ku li hember vê komkujiyê bêdeng nemînin. Jinan got: "Weke Jin emê li ser rêya jinên Têkişer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şoylemez têkoşîna xwe dewam bikin û emê li hember kujeran bêdeng nemînin."


 Civîna jinan
Rêxitina Yekîtiya Star bi armanca şermezarkirina kokmujiya Parîsê li bajarê Dribêsiyê civînek lidar xist. Civîn bi beşdariya bi sedan jinên Dirbêsiyê û bajarokê Ebûrasên li Navend Çand û Huner bi deqeyek rêzgirinê dest pêkir. Endama Rêvebiriya Yekîtiya Star Mîdiya Mihemed di civînê de axivî û sê jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şoylemez bibîr anîn. Mihemed komkujiya li dijî têkoşerên Kurd jî şermezar kir û ji hemû jinan xwest ku liser bîranîna van têkoşeran yekîtiya xwe bi hêz bikin û têkişîna xwe bilind bikin. Di dawiya civînê de sînevizyona derbarê jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şoylemez de hate pêşandan.

Daxuyaniya çapemeniyê

 Li bajarê kobanê jî bi heman armancê Navenda Zanist û Perwerdeya Jinê daxuyaniyeke nivîskî weşand û komkujiya Parîsê şermezar kir. Di daxiyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca komkujiyê ne tenê sê jinên Kurd bû, di heman demê de kesayeta jinên ku ji bo avakirina civaka demokratîk têkoşînê dikin bû.

NAVENDA NÛÇEYAN