GEVER: Li qada Cumhuriyetê ya Geverê jî komek ciwan li hev kom bûn û meşa meşaleyî pêk anîn. Komê di meşê de 15'ê Sibatê şermezar kir û siloganên "Bijî Serok Apo", "Ocalan Ocalan", "Bimre komploya 15'ê Sibatê" berz kirin û meşa meşaleyî pêk anîn.
EDENE: Li kolana Çarşamba ya taxa Barbarosê ya Seyhana Edeneyê jî koma ku ji Înîsiyatifa Gel pêk dihat, bi boneya 15'ê Sibatê şermezar bikin li ber Nûneriya BDP'ê ya Barbarosê kom bûn û meşa meşaleyî pêk anîn.
NISÊBÎN: Li taxa Firatê ya Nisêbîna Mêrdînê jî koma li kolana Şirinê kom bûn, sinevizyona der barê 15'ê Sibatê de nan nişandan. Komê pişti deqeyekê rêz girt siloganên "Biji serok Apo", "Bê serok jiyan na be", "Şehit namirin" berz kir. Komê pişt re sînevîzyona çîroka 15'ê Sibatê vedibêje da pêşandan. Komê piştî kolana Şirinê heta qada Newrozê meş pêk anîn. Komê bê navber slogan berz kirin.
ERXENÎ: Rêxistina BDP'ê ya Erxenî jî ji bo banga meşa şermezarkirinê bikin li taxê civîna gel pêk anîn. Di civînê de Parlamantera BDP'ê ya Amedê Emine Ayna û rêveberên BDP'e jî amade bûn. Parlamentera BDP'ê ya Amedê di civînê de bang li her kesi kir û xwest her kes bibin yek deng û îsal bikin sala aştî û çareseriyê.
REZAN: Rêxistina BDP'ê ya Rezan a Amedê jî bi heman armancê li avahiya BDP'ê ya Rezan civîna gel pêk anî. Di civînê de banga tevlêkirina meşa 15'ê Sibatê hat kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN