Îsal ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê  gel derdikeve kolanan. Li 400 bajaran amadekariyên çalakiyan hene. Di van çalakiyan de ji nû ve avakirina Kobanê û rakirina ambargoya dewleta Tirk li ser Kobanê pêk tîne, wê bê xwestin.

Piştî berxwedana dîrokî ya li Kobanê li hemberî pêkhateya dij mirovî DAIŞ hat nîşandan bi piştgiriya bi sedan kesên ku di nav wan de xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê jî hene 1’ê Mijdarê wek Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin. Yekîtiya Ewropa (YE) Komîsyona Welatiyen Tirkiye (EUTCC) pêşengî ji vê hewldanê re kir.Sala borî li 40 welatan li 232 bajaran bi sed hezaran mirov herikîn kolanan û piştgirî dan berxwedana Kobanê. Ev çalakiyên ku bi armanca xwedîderketin û parastina Kobanê hatin lidarxistin, wê îsal bi dirûşmeya, “Berxwedana Kobanê berxwedana mirovatiyê ye, em ê Kobanê ji nû ve ava bikin” wê bên lidarxistin.


Aktîvîteyên cihereng

Adem Ûzûn ê di nav  Komîteya Rêxistinbûna 1’ê Mijdarê Roja Kobanê a Cîhanê de cih digire diyar kir ku wê îsal hejmara bajarên tevlî çalakiyan bibin zêde bibin. Ûzûn got: “Tê pilankirin ku li 400 bajarên cîhanê çalakî bên lidarxistin.”

Li gor Komîteya Rêxistinbûnê bi taybet li Latîn Amerîka, Hîndîstan, Afganîstan, Pakîstan, Japonya, Çîn û Awûstralya eleqeyeke zêde ji bo Roja Kobanê heye. Uzun da xuyakirin ku ev eleqe ji ber ku ji van herê man gelek kes di nav refên Kurdan de li himberî DAIŞ’ê şerdikin heye.

Îsal çav li rêye li gel meşan Gala, Panel û Konser jî bên lidarxistin. Tê diyarkirin ku hem beriya 1’ê Mijdare hem piştî wê aktîvîteyen cuda cuda bên lidarxistin.Komîteya Rêxistinbûnê diyar kir ku wê li hin deveran çalakiyên pêxistina findan û xwe zincîrkirina li derdora parlamentoyan pêk bên. Tê payîn ku îsal ji Rojava ji bo 1’ê Mijdarê tevlîbûnek xurt çêbibe.Bakurê Kurdistan û Tirkiye jî ku bi hilbijartinan kilît bûne, hilbijartin û Roja Kobanê ya Cîhanê di heman rojê de ne. Lê li gor Komîteya Rêxistinbûnê, encamên hilbijartinên parçeyê Bakurê Kurdistanê wê çalakiyên piştevaniya Kobanê li demek dirêj belav bike.


Merheleya duyemîn a avakirinê

Îsal di çalakiyên 1’ê Mijdarê yên Roja Kobanê ya Cîhanê de daxwaza yekemîn wê careke din ji bo avakirina Kobanê rakirina dorpêçê be.

Li hember êrîşên dagirkirinê yên li hember Kobanê ku di 15’ê Îlonê 2014’an de destpê kiribû, berxwedanek 134 rojan a dîrokî hatibû pêşxistin. Bajarê Kobanê 26’ê Çileya 2015’an bi temamî hatibû paqijkirin, lê di vî şerî de ji sedî 80 bajar xera bibû.

Ji ber ku Tirkiye dorpêç ji meriyetê ranekiriye, alîkariyên navneteweyî di derbasbûyinê de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû tên. Li gor Adem Ûzûn merheleya yekemîn a xebatên avakirina Kobanê bi dawî bû. Di merheleya yekemîn de ji bo kesên li Kobanê dijîn pêdivî bicihanîn û paqijkirina mayinan hebû.


Alîkarî zêdetir bên

Ji Komîteya Rêxistinbûnê ya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê Adem Ûzûn wiha got: “Yekîtiya Ewropa ji bo vê yekê alîkariyek 9,5 milyon euro bi saziyên pêwîst re kir.”

Ûzûn destnîşan kir ku di serî de Heyva Sor, gelek alîkariyên Kurdan û dostên wan çêbûne, got astengiya herî mezin a di pêşiya derbasbûna merheleya duyemîn a ji nû ve avakirinê de dorpêça Tirkiyeyê û hin pirsgirêkên ku Başûrê Kurdistanê di derbasbûyina de derdixe ne.

Ûzûn wiha bertek nîşan da: “Dorpêç li hember derbasbûyina malzemeyan de û di demê de gihiştina alikariyan de astengiyê çêdike.”Di merheleya duyemîn de avakirina nexweşxane û dibistanan, ji bo zarokan vekirina navendan, avakirina hin çewlikan û di van xebatan de îstîhdamkirina Kobaniyan heye.

Ûzûn destnîşan kir ku ji ber derbasbûn bi pirsgirêk in, saziyên navneteweyî hê negihiştine wê performansa ku dixwazin.Demek berî niha komek ji parlamenterên Ewropa, der barê dorpêça Tirkiye ya li ser Kobanê bi pêşnûmeyekê bal kişandin. Parlamenteran ji bo dorpêç rabe, di şexsê Yekîtiya Ewropa de xwestin hin pêkanîn li hemberî Tirkiyeyê çêbibin.


MAXÎME AZADÎ/ANF/BRUKSEL




Festîvala Kobanê


Beriya 1’ê Mijdarê, ku di nava gelan de wekî Roja Kobanê ya Cîhanê hat qebûlkirin, li Swîsreyê wê ji bo destekkirina xebatên ji nû ve avakirina Kobanê, bi beşdariyeke girseyî festîvalek bê lidarxistin. Festîval wê di 31’ê Cotmehê roja Şemiyê de li bajarê Swîsre Bernê pêk were û hemû gelên li Swîsreyê dijîn wê beşdar bibin. Di festîvalê de wê bal bê kişandin ser girîngiya berxwedana Kobanê ji bo gelên cîhanê û destek ji xebatên ji nû ve avakirina Kobanê re bê dayîn.


5 meh in amadakariyê dikin

Festîval ji aliyê gelek komên demokratîk, çep, sosyalîst û anarşîst ên Swîsreyî, Kurdistanî û Tirkiyeyî ve tê organîzekirin. Amadekariyên festîvalê ev 5 meh in dewam dikin.Di festîvalê de, cangoriyên têkoşîna azadiyê yên li pêş çavên tevahiya cîhanê li hemberî dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê berxwedaneke mezin nîşan dan û di azadkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, wê neyên ji bîr kirin. Di festîvalê de, ji bo vegotina berxwedana Kobanê, tevî sînevîzyonê wê gelek çalakî werin lidarxistin.

Komên amadekar ên festîvalê banga tevlîbûnê kirin û destnîşan kirin ku Kobanê bi piştgiriyeke navneteweyî dikare were xurtkirin.  


 ANF/BERN