Bi boneya vebûna dibistanan û destpêkirina sala nû ya xwendinê, SZK diyar kir ku saziya wan dê li 65 dibistanên bajêr û gundên herêma Qamişlo, perwerdeya zimanê Kurdî bide.
Rayedarên SZK'ê destnîşan kirin ku 200 mamostayên zimanê Kurdî dê li taxa Hilêliyê 6, Xerbî 6, Kornêş 12, Enteriyê 8, Qudûr Beg 11, Qanat Elsiwês 7, bajarokê Giresor 5, Girbawî 5, Hîmo 4 û gundê Nîf 1 dibistanan dersên zimanê Kurdî bidin.
Konferansa Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Şaxê Efrînê bi diruşma ‘‘Asta pêşxistina ziman asta pêşxistina jiyanê ye’’ bi beşdariya 700 endamên saziyê û mamosteyên zimanê Kurdî konferansa xwe ya yekemîn lidar xist. Di konferansê de mijarên wekî pêşxistina zimanê Kurdî û rola dîrokî ya dikeve ser milê mamosteyên zimanê Kurdî hate niqaşkirin.
Konferansa Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a Şaxê Efrînê bi diruşma ‘‘Asta pêşxistina ziman asta pêşxistina jiyanê ye’’ îro di saetên sibê de bi tevlîbûna 700 delegeyan ku ji endamên SZK’ê û mamosteyên zimanê Kurdî pêk dihat bi rêzgirtinê destpê kir. Pişte Dîwana rêveberina konferansê hate hilbijartin û bernameya konferansê hate xwendin.
Konferans bi axaftina endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Bedran Çiya dewam kir. Çiya konferansa SZK’ê pîroz kir û bibîrxist ku avakirina dibistanên Kurdî li Efrînê dest kirine.
Di konferansê de li axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a derbarê Zimanê Kurdî de hate guhdarîkirin. Konferans bi xwendina perspektîfên SZK’ê ku derbarê xebatên zimanê Kurdî de hatibû dayîn dewam kir û bang li mamosteyan hate kirin ku li ser fikrê pêşxistina civakê erkê xwe yê dîrokî pêk bînin. Di konferansê de raporek li ser rola Şehîd Viyan Amara ya ji bo pêşxistina Zimanê Kurdî hate xwendin. Konferans bi xwendina rapora xebatên SZK’ê dewam kir. Konferans hîn didome.
QAMIŞLO/EFRÎN