Tevgera Jinên Azad (TJA) daxwaza azadiya Ocalan dike û roja 19'ê Tebaxê bi dirûşma "Tecrîd wê têk biçe, azadî wê bi ser bikeve" dest bi kampanyayekê kir. Aktîvîsta TJA'yê Fatma Kaşan bernameya çalakiyên xwe bi raya giştî re parve kir.

Kaşan bi bîr xist, kampanyayeke bi vî rengî, ji aliyê "Platforma Azadî ji Ocalan re" ku bi pêşengiya 7 jinan ava bû, sala 2012'an dest pê kiribû û mohra xwe danîbû binê destketiyên girîng. Kaşan bal kişand ser operasyonên girtin û binçavkirinê yên wê demê li hemberî tevahiya civakê, zext û zordariya giran a li Kurdan û hêzên demokrasiyê û operasyonên dijwar ên eskerî. Kaşan got, „Hingê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xistin nava tecrîdeke bêeman. Li Rojhilata Navîn, di pêvajoyên guherîn û veguherîna demokratîk de dema bûyereke cidî diqewimî, yekser tecrîd li ser Birêz Ocalan ferz dikirin. Ji ber ku ber mejiyê dewletperestiya netewe ya faşîst, ti carî naxwaze bûyereke li derveyî daxwaza wê biqewime. Ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokratîk sûdê ji vê pêvajoyê wernegirin û ev guherîn û veguherîn li Tirkiyeyê neyê kirin, tecrîdeke giran li ser Birêz Ocalan û tevahiya civakê ferz kirin."


Azadî nebe çareserî nabe

Kaşan destnîşan kir ku zexta siyasî ya hingê û ya niha, pêwendiya xwe yekser bi Şoreşa Rojava re heye û wiha dewam kir: "Li Rojhilata Navîn derfetên bêhempa yên veguherîna demokratîk derketibûn holê. Ji bo ev yek hem bandorê li Tirkiyeyê neke, hem jî li Bakurê Kurdistanê veneguhere hêza veguherîna demokratîk rabûn çi kirin! Birêz Ocalan tecrîd kirin, li dijî hêzên demokrasiyê operasyoneke mezin kirin. Eger ew girtî bin, eger êrîşên dijminane li wan tên kirin, hingî ew gel bi temamî di nava wê rastiyê de ne. Heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin, hûn nikarin îdîa bikin ku ji bo azadiyê têdikoşin û aliyê dijber jî bi awayekî samîmî nikare vê pirsgirêkê çareser bike."


Kes nikare ava dîrokê bigewimîne

Kaşan destnîşan kir ku ji ber vê sedemê wan pêwîstî pê dît ku dest bi kampanyayê bikin û wiha dewam kir: "Dixwazin pêşî li herikîna dîrokê bigirin. Lê belê dîrok tiştekî welê nîne. Dîrokê dest bi herikîna xwe kir û kes nikare pêşiyê lê bigire. Dibe ku hûn karibin ji bo 4-5 salan pêşiyê lê bigirin, bixwazin bi rêbazên tirsnak bifetisînin, lê belê piştî ku dîrok herikî, kes nikare li ber bisekine. Ji ber ku em baş bi vê zanin, me bi şiyara 'Terîd wê têk biçe, azadî wê bi ser bikeve' dest bi kampanyayê kir."

Kaşan, têkildarî bernameya çalakiyan a kampanyayê agahî da û got, ew kampanyayên "Tecrîd wê têk biçe, azadî wê bi ser bikeve" û "Em ê pêşî li qirkirina jinê bigirin, azadî wê bi ser bikeve" bi hev re dimeşînin. Kaşan wiha dewam kir; "Di nava meha Îlonê de Dayikên Aştiyê wê çalakiyeke mezin li dar bixin. Ber bi dawiya meha Îlonê ve li 7 bajaran wê bi şev û rojê nobet bê girtin. Ber bi dawiya meha Çiriya Pêşîn ve mîtîngeke jinan wê bê lidarxistin. Di Çiriya Paşîn de di çarçoveya 'Roja têkoşîna li dijî şîdeta li jinê' em ê mîtîngeke mezin a herêmê ya jinan pêk bînin."

Kaşan anî ziman ku nobeta ji bo azadiya Ocalan ew ê li bajarên Amed, Êlih, Wan, Riha, Stenbol, Îzmîr û Edeneyê bigirin. 


 ANF / AMED