
Jinên Kurd ên li Komara Xweser a Adigey a girêdayî Federasyona Rûsyayê dijîn, bi tevlîbûna 80 delegeyî ve 2. Konferansa Jinê ya Kurd li dar xistin. Di konferansê de ku nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo jinê û têkoşîna jinê hatin xwendin, rapora xebatên TJKN a du salan hat nirxandin. Di Konferansê de ku pirsgirêkên jinê bi kûrahî hatin nirxandin û têkîldarî hêza çareseriyê divêtî hatin gotûbêjkirin, biryarên girîng hatin dayîn. Di konferansê de li gel serok û cîgirên TJKN’ê, ji bo meclîsa jinê 25 kes hatin hilbijartin.
ADIGEY