Jinên Kurd ên li Komara Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê, êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kirin.

Hevseroka Komeleya Çanda Kurd a Adigeyê Sînem Broyeva li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bang li hemû jinan kir ku hestyar bin.

Broyeva di axaftina xwe de bal kişand ser hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk a li ser dagirkeriyê û got, ‘’PDK piştî Şengal û Kerkûkê niha jî xiyanetê li herêma Behdînan dike. Rêveberiya PDK’ê ku derdê wê ew e ku bi dewleta Tirk a faşîst re têkiliya xwe baş bike, di serî de destketiyen Başûrê Kurdistanê, destketiyên hemû gelê Kurd dixe telûkeyê. Di serî de jin, divê hemû gelê me li dijî vê lîstikê zêdetir hestyar bin û li dijî xeta xiyanetê ya bi hevkariya AKP-PDK’ê li ber xwe bidin.’’

 

ANF / ADIGEY