Li Komara Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê, greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji aliyê komeke nû ve dewr hate girtin.

Koma nû ji 20 kesan pêk tê û bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Novoaleksandorvskî ya Otonomiya Çanda Kurd çalakiyê didomîne.

Greva birçîbûnê li Navenda Çanda Kurd a Novoaleksandrovskî dewam dike û bi navê çalakgeran hevseroka Otonomiya Çanda Kurd a Novoaleksandrovskî, Nazê Bazuyeva axivî.

Bazuyeva got, gelê Kurd bi piştgiriyeke xurt a li gelek deveran dikare vê berxwedana greva birçîbûnê bi ser bixîne: „Em bang li gelê xwe dikin ku destekê bide grevên birçîbûnê. Di heman demê de hêzên navneteweyî di serî de Rûsya divê li pêşberî vê mijarê bêdeng nemînin û bi berpirsyariya xwe rabin.”

Rûspiyên tevlî çalakiyê bûn jî polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk şermezar kirin.

 

ADIGEY