Gelllek welatiyên Almanya ji bo tevlî mîhrîcana ku 3, 4 û 5’ê Hezîranê pêkdihat bibin, berê xwe dan bajara Alzey. Mîhrîcana ku roja înî dest pê kir bi axaftina Serokê Şarederiya Alzey, Christoph Burkhard, Direktorê Eyaletê ya kanala SWR Simone Schellberg, Serokê Eyaleta Rheinland-Pfalzê Malu Dreyer, dest pê kir.
Li gel şano, lîstîk, muzîk di mîhrîcanê de 250 stand hat vekirin, 10 dik hat avakirin û 26 gotar hatin pêşkeşkirin.
Kurd jî bi rengê xwe tevlî bûn
Navenda Civaka Demokratîk a Mainzê, Meclîsa Viyan a Jinan, Navenda Çanda Elewiyan a Mainzê jî tevlî bernameya mîhrîcanê bûn û li wir standa xwe vekirin. Her wiha hunermendê Dêrsimî Yildiz Arslan jî stranên xwe pêşkeşî mêvanan kir.
Roja yekşemê jî li ser Navenda Civaka Demokratîk a Mainzê, Meclîsa Viyan a Jinan rojnameger Nihal Bayram axivî û li wir behsa berxwedana Kurdan a meşrû kir.
Her wiha koroya zarokan a bi navê Zarokên Rengîn bi stranên Kurdî mîhrîcanê xemiland û ji alî mêvanan ve performansên wan gellekî hat ecibandin.
MAİNZ