
Akademiya Mafê Mirovan dê di Hefteya Mafê Mirovan 10-17’ê Kanûnê damezre û mijara dersa yekemîn a akademiyê “çavkanî, cûr û taybetmendiyên dariştina mafê mirovan” e. Ev akademî dê parêzvênên mafê mirovan ên li Bakûrê Kurdistanê bi awayeke çalak dixebitin tevlî dersa yekemîn a akademiyê bibin.
Ev demek dirêj e ku Şaxa ÎHD’ê ya Amedê amadekariya vekirina vê akademiyê dike û Akademiya Mafê Mirovan dê roja şemiyê 15’ê Kanûnê bi awayeke fermî bê vekirin. Hema piştî vekirina akademiya ku dê bi beşdariya saziyên sivîl, parêzvanên mafê mirovan, siyasetmedar û akademîsynan pêk bê, dê bernameya sê hefteyî ya dersan dest pê bike.
Serokê Akademiya Mafê Mirovan Hunsun Ondul derbarê vekirina akademiyê li Amedê de agahî da û diyar kir ku di rêznameya partiyê de armancek diyar a komeleyê heye û ew jî “Xebata ji bo mafê mirovan a azadiya ne” û da zanîn ku di civîna li Navenda Giştî ya ÎHD’ê de biryar hat dayin ku di vê çarçoveyê de akademî li Amedê bê vekirin. Ondul da zanîn ku akademiya mafê mirovan ji sala 2010 ve ketiye meriyetê.
Xebatek girîng
Ondul diyar kir ku Akademî ji sala 2011 ve ji 12 dersan 36 saetan perwerdeyê didin rêveberên Navenda ÎHD’ê xebatkarên saziyên mafê mirovan û kesên li van saziyan stajê dikin. Ondul got: “Ev ders ji aliyê pisporên babetan ve tên dayin. Ji kesên tevlî bernameya perwerdeyê dibin pere nayê gitin. Akademî saziyek girêdayî ÎHD’ê ye.
Serokê Akademiya Mafên Mirovan Husnu Ondul diyar kir ku ev akadem ji pêşketina parêzvaniya mafê mirovan rolelek çalak bileyize û got: “Armanc ew e ku li ser esasê ku bibin xwediyê agahiyên mafê mirovan û bi vî awayî parêzvaniyeke baştir bikin.”
Ondul di wê baweriyê de ye ku dê vekirina Akademiya Mafê Mirovan li Amedê di pêşxistina parêzvantiya mafê mirovan de rolek mezin bileyize û agahî da ku ew dixwazin piştî Amedê li Stenbol, Herêma Ege û Derya Spî jî akademiyên mafê mirovan vebikin.
Serokê ÎHD’a Amedê Racî Bîlîcî jî diyar kir ku ew gelek kêfxwş in ku li cihekî weke Amedê ku binpêkirina mafan gelek zêde lê pêk tên, Akademiya Mafê Mirovan tê avakirin. Bîlîcî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em weke ÎHD’ê li her derê hewl didin ku bi binpêkirinên mafan re têbikoşin. Ji bo ku ev parastin zêdetir aktîf bibe, zêdetir zanistî be dê Akademî di vî warê de karekî girîng û baştir pêk bîne. Akademî ne tenê di alî komeleyan de ji bo hemû herêmê dê xebateke girîng bimeşîne. Em roja şemiyê hemû parêzvanên mafê mirovan, nûnerên sazî û lijneyan û Gelê Amedê vexwendiyê merasîma vekirina akademiyê dikin.
ANF/AMED