Merasîm bi beşdariya Şaredarê Bajarê Mezîn yê Amedê Osman Baydemîr, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozgur Turkdogan, Alîkara Hevseroka BDP'ê Meral Daniş Beştaş, Serokê Akademiya Mafê Miorovan Husnu Ondul, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, Endamê Meclîsa Dayîmî ya KCD’ê Edîp Yaşar, Nûnerê TÎHÎV'ê yê Amedê M Salim Olçer, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, Dayîkên Aştiyê û gelek kesan hat lidarxistin. Axaftina vekirina merasîmê ji aliyê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî ve hat kirin. Piştî Bîlîcî, Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozgur Turkdogan mafê axaftinê girt. Turkdogan diyar kir ku navê Vedat Aydin dane salona Akademiyê ya û diyar kir ku bi vê vesîleyê ew cardin Vedat Aydin bibîr anî.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Baydemîr jî di merasîmê de nêrînên xwe anî ziman û got ku lazime mafê mirovan di nava civakê de bibe wekî çandekî. Baydemîr axafina xwe wiha domand: "Ez wisa hêvî dikim ku êdî kesên ku di cemaweriyê de cih digirin, pêşî ji vê akademiyê sertifîqa bigirin û wisa dest bi peywirê bikin. Kesên ku di vê perwerdehiyê de derbas bûne nikarin zû bi zû mafê mirovan binpê bikin."

Ji bo parastinê

Serokê Akademiya Mafê Mirovan ya ÎHD'ê Husnu Ondul bilêv kir ku ji bo pêşvebirina parastina mafê mirovan wan ev akademî saz kiriye. Ondul, di berdewamê de diyar kir ku di parastina mafê mirovan û azadiyan de xebata zanîstî gelek girînge û ev tişt lê zêde kir: "Me xwest em vî karî di çarçoveya saziyê de pêk bînin. Divê hemû kes di vê akademiyê de perwerde bibe. Em hemû tiştî nizanin. Wê ji hevdû hin tiştan hîn bibin. Ji bo parastina mafê mirovan nîqaşên akademîk pir girînge. Ev der jî ji bo vê hatiye vekirin."
Piştî axaftinan Kurdeleya akademiyê ji aliyê beşdaran ve hat birîn. tevkarên akademiyê dest bi dersê kirin. Di dersa roja yekemîn ya akademiyê de mijarên wekî "Çavkaniyên afirandina mafê mirovan, cureyên wê û taybetiyên wê" ji aliyê Hîndekarê Fakulteya Zanîstên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê Alk. Doç, Dr. Kerem Altiparmak ve hat dayîn. 

DÎHA/AMED