KCD û BDP'ê li Amedê bi armanca “Ji Bo Azadiyê Ocalan” dixwest mîtînga “Ji Bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk” li dar bixin rojekî dîrokî hate jiyandin. Ji bo mîtînga ku ji aliyê walitiya Amedê ve hatibû qedexekirin di nav de endamên BDP'ê, KCD, saziyên sivîl ên civakî, partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar ji 7 salî heta 70 salî welatiyên ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan wekî mûxatab dibîne derketin qadan û ji bo azadiya Ocalan vîna xwe nîşan dan. Ligel hemû barîqat, tedbîrên berfireh, mudaxaleyên tund, êrîşên bêpîvan, panzêr û tîmên taybet ku dema OHAL'ê dianî bîra mirov, welatiyan ji bo azadiya Ocalan li ber xwe dan. Ji bûyerên ku li Amedê hatin jiyandin hin nîşe wiha bûn:
- Polîsan şeva din bi wesayîtan li taxan geriyan û anonsa qedexekirina mîtîngê kirin. Di anonsa ku bi Tirkî û Kurdî dihat kirin de ji welatiyan dihat xwestin ku beşdarî mîtîngê nebin. Welatî bi hûhakirinê bertek nîşanî polîsan da.
- Walitiya ku ji bo mîtîngê asteng bike li hemû riyan dida, ji bajarên wekî Erzirom, Bedlîs, Qeyserî, Meletî, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Riha, Êlih, Şirnex, Dêrsîm û Mêrdînê bi qasî artêşekî polîs anî Amedê.
- Di seatên sibê de esnafên Amedê kepenkên xwe girtibûn. Polîsan bi wesayîtan anons dikirin ku esnaf kepenkan veke.
-  Li gelek noqteyên bajar ji aliyê wesayîtên zirxî, panzer, tîmên taybet, polîsên hêzên polayî û sîvîl hatibû girtin. Welatiyên ku di rê de derbas dibûn, ji aliyê polîsan ve ji kontrola nasnameyan hate derbaskirin. Helîkoptera polîsan di nava rojê de li ezmanên Amedê firiya.
- Tedbîrên ku hatibûn girtin dîmenên dema OHAL'ê dianîn bîra mirovan. Li gel hemû tedbîran gel derketin qadan û dirûşmeyên têkildarî “Azadiya Ocalan” berz kirin.
- Li navçeyên Yenîşehîr, Sûr û Baglarê bi hezaran kes li 10 cihên cuda hatin cem hev, lê rastî mudaxaleya polîsan hatin.
- Di dema mudaxaleyê de ji ber bombeyên gazê li ezmanên Amedê de ewrên gazê afirîbû.
- Bertek û kîna li hemberî mudaxaleya polîsan hêdî hêdî ber bi kolan û noqteyên bajêr ên herî mezin herikî. Kîn û hêrsa gel, piştî bûyerên 28'ê Adarê 2006'an cara duyemîne gihaşt semta Ofîsê.
- Li taxan barîkat hatibûn avakirin, bi sedan ciwanên ku rûyên wan pêçandî bû di destê wan de bombeyên dengan, molotofkoktey û keviran ber bi barîkata polîsan ve meşiyan.
- Li hemberî israra gel polîs dîn û har bû û êrîşa wan gihaşt asta îşkenceyê ku li kolanan hate kirin. Polîs ciwanekî pêşî di bin lingan de eciqand, kincên wî qetand, destê wê kelepçe kir û piştre jî bi dîwarê mizgeftê ve daliqand û bi copan li pişta wî ya tazî da.
- Polîsan sînoran derbas kir û li Ofîsê kete mizgeftê û got “Em demokrasiyê pêk tînin” û 4 kesan bi lêdanê girt bin çavan.
- Polîs ambûlansên ku birîndaran dibir nexweşxaneyê rawestand û xwest birîndaran bigire bin çavan.
- Li gelek noqteyên bajêr poster û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan hatibû daliqandin.
- Bombeyên gazê yên ku eletexmîn dihatin avêtin rastî gelek malan û wesayîtan hat. Wesayîtek ji ber bombeyê gazê şewitî.
- Hilbijartiyên KCD'ê, BDP'ê, EMEP, ESP û HDK, nûnerên saziyên civakî yên sivîl, hunermend Sûavî, Ferhat Tunç û gelek kesên navdar tevî girseyekî mezin li ser Kolana Bayindirlikê ligel tava zêde ya rojê li hemberî barîqata polîsan bi seatan li ber xwe da.
- Parlamentera BDP'ê ya Îdirê û Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Buldan dema ketibû Qada Îstasyonê bi bombeya gazê ji lingê xwe birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.
- Polîs bi awayekî tund mudaxaleyî girseya ku Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, parlamenterên BDP'ê, Şaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr di nav de bû, kir.
- Nûçegîhanên DÎHA'yê Mahsum Saglik û Mehmet Begum dema li ser Kolana Ekîncîler ber bi buroyê ve diçûn ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
- Dîmenên dema polîsan jinekî ku li mizgeftê rudinişt bi destan tacîz dikir ji aliyê nûçegîhanan ve hate kişandin.

86 kes hatin binçavkirin
Pêr li Amedê girseya ku xwest beşdarî mîtînga “Ji Bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk” bibe rasti êrîşa hişk ya polîsan hatibû. Di mudaxaleyê de li tevahî Amedê 86 kes hatin binçavkirin. Hate zanîn ku gelek kesên hatin binçavkirin birîndar in.
Pêr bi minasebeta 14'ê Tîrmehê, KCD û BDP'ê bi dirûşmeya “Ji Bo Azadiya Ocalan Berxwedana Demkoratîk” xwestin li Qada Îstasyonê mîtîngê pêk bînîn. Piştî girseya ku ji bo beşdarî mîtîngê bibe ji çar aliyan ber bi qada Îstasyonê ve meşiyan rastî mudaxaleya polîsan a bi bombeyên gazê û ava şit hat. Di pevçûnên ku heta êvarî berdewam kirin de li tevahiya Amedê 86 kes hatin binçvkirin. Hate zanîn ku 86 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê û destûr nedan ku parêzer bi wan re hevdîtinê bikin. Hate diyarkirin ku gelek kesên hatin binçavkirin birîndar in. 
Parlamentera Îdirê û Wekîla Koma BDP'ê Pervîn Buldan ku di bûyerên li ser mûdaxaleya pêr a li qada Îstasyonê de bombeyê gazê li lingê wê ket diyar kir ku polîsan rasterast ew hedef girtine û bombeya gazê berdane lingê wê. Buldan ku lingê wê şkest xistin cilsê ev tişt got: “Şeveqê ez ji Mêrdînê derbasî Amedê bûm. Hê di derketina Mêrdînê de me texmîn dikir ku ew ê çi çêbibe. Di seranserî rê de kontroleke zêde hebû. Dema ku em hatin Amedê rastî bajareke vala hatin. Kolan û cade di bin dorpêça polîsan de bûn. Ji şevê amadekarî hatibûn kirin, tedbîr hatibûn stendin. Li her deverî polîs hatibûn bicihkirin. Hewl didan ku li ser mirovan tirsekê çêbikin.”
Buldan meşa pêr bi van hevokan vegot: “Em derbasî avahiya BDP'ê bûn û berpirsyariya parlamenteran hat diyarkirin. Ez ji vê derê derbasî navçeya Baglarê bûm û bi girseyê re em ê derbasî Qada Îstasyonê bibûna. Em hatin taxa 5'ê Nîsanê. Polîs bi wesayîtan derketin pêşberî me û astengî derxistin. Me piştî hevdîtina bi deqîqeyan berdewamî meşa xwe kir. Piştî demekê nêzî Qada Îstasyonê em rastî barîkata duyemîn hatin. Me dîsa axivî û wan gotin ji bo parlamenteran jî destûr tune ye.”
Buldan piştî tedawiya xwe ya li nexweşxaneya dewletê ya Amedê bi ambulansa balefirê ew rakirian nexweşxaneya İnternational Hospital a Stenbolê.
Ji gorî qeydên Amedê 40 welatî jî birîndar bûne. 

DÎHA/AMED