5. Festîvala Şano ya Amedê, bi lîstika ‘Bûn an jî nebûn’ a ji aliyê Melchîor Lengylel ve hatiye nivîsandin û pêşangeha ‘Li Iraqê çi diqewime’ ya MetroGraphy, îro dest pê dike. 

5. Festîvala Çano ya Amedê, bi dirûşma ‘Nebe temaşeker, eger ez ji bîr bikim, bîne bîra min’ doh dest pê kir û wê heta 21’ê Gulanê dewam dike. Festîval bi lîstika bi navê ‘Bûn an jî nebûn’ a derhênerê wê Rûknettîn Gun e û pêşangeha wêneyan a bi navê ‘Li Iraqê çi diqewime’ ya MetropGraphy îro dest pê kir.

Komên şano yên ji Stenbol, Wan, Ûrmiye, Êlih û Îzmîrê hatine, wê 16 lîstikên xwe yên bi Kurdî û Tirkî li Şanoya Bajêr a Amedê, Navenda Çandê ya Du Çem û li Pale Hunerê nîşan bidin.

Ji şanogerên bajêr ên Amedê Berfîn Emektar li ser festîvalê agahî da û got, “5. Festîvala Şano ya Amedê, festîvaleke piştgiriyê ye. Ji 20 bernameyên cuda yên pêşangeh, konser û lîstikên şano pêk tê. 11 jê Kurdî 5 jê Tirkî wê 16 lîstik werin lîstin. Mirov dikare bêje ku ji 4 festîvalên derbasîbûyî bêhtir têrker e. Em ew hunermend in, ku 27 sal in li vî bajarî di warê şano de ked dane. Îxraçkirina me ji aliyê qeyûm an jî hinekî din ve, nayê wê wateyê ku me wesfa xwe winda kirine. Ew hewl didin me bi birçîbûnê terbiye bikin, lê belê meseleya me ev nîne! Ji ber vê yekê em ê her tim bi rola xwe ya dîrokî ya di Şanoya Kurd de rabin. Ev bajar wê di şano, çand û hunerê de her li hev bicive.” 


 ANF/AMED