BÎRCAN DEGÎRMENCÎ/AMED

Van rojan Şanoya Bajar a Amedê bi dengê zarokan şên bû. Di çarçoveya Festîvala Zarokan a Amedê ya bi şîara “Dor li te” de zarok îsal tamişkî bûn bi atolyeyên mîm, resm û huner, wêne û drama; wan hem behremendiyên xwe nas kirin û hem jî kêf kêfa wan bû. Derya Saglam, Mehtap Alişan, Serdar Ugurlu û Kibar Suvari li van atolyeyan ders dan. Em bi Mehtap Alişan a ku ji bo karên atolyeyan ji bajarê Tirkiyeyê Izmîrê çûyî Amedê, li ser wê yekê peyivîn ka bi zarokan re çi kir.

Mehtap Alişan dibêje, “Derd û kula me ew bû ku bi zarokên ji ber şer trawmabûyî re em karekî bikin. Penaber jî hebûn, hem jî gelek bûn. Piştre ya ku pêşî hat bîra me bû Amed. Me peywendî danî bi Şanoya Bajar a Amedê re. Niha hizreke wisa heye, heger aliyê madî nebe, huner di vê rewşa zincirkirî de nikare bê kirin. Ji bo ku em vê hizrê bişkînin me dest bi vî karî kir.”

Pisklêt û zarok

Alîşan bi bîr xist ku ev 8 sal in ew bi navê Piskilêt Zarok xebatan dikin û li ser xebata xwe ya li Amedê jî wiha dewam kir: “Dawiya Gulanê, destpêka Hezîranê me dest bi xebatê kir. Atolyeyên mîna sînema, peyker, drama, destekkirina jiyana civakî û bûkikên şanoyê. Em bi 5 hevalan hatin û me kar kir.”

Zarokên Amedê û Izmîrê

Alîşan dibêje ku zarokên li Izmîr û Amedê ne weke hev bi tesîr dibin û ev mînak vegot, “Di atolyeya orfê (teknîkeke muzîkê ya bi deng û tevgerên bedenê) de ez dengê brûskan bi zarokan didim guhdarîkirin. Bi van dengan em çîrokekê dinivîsin. Dema em vî dengî didin guhdarîkirin, weke çoşek, roket, tiving nas dikin li vir. Zarok bi nasnameya rastî a deng re li hev nake, nikare wê bibîne. Rastiya pê re rûbirû maye, yeka bi temamî guhertî ye. Hingê em zêde minaqeşe nakin, dibêjin, em vê dengî betal dikin û dest bi dengekî din dikin.”

Alişan got, tişta ew li pêş digire ew e li deverên bi dez avantaj kar bikin da ku zarok karibin behremendiya xweîfadekirinê bi pêş bixin: “Ez  alîgirê perwerdeya bêpere me. Nabe perwerde bi pere be. Tişta ku kalîteya perwerdeyê diyar dike, zanîn û agahiya tu dikarî ragihînî ye.”

Em dixwazin biçin Nisêbîn û Cizîrê jî

Alîşan dibêje, ew naxwazin dev jî Amedê berdin û wiha dewam dike: “Ev sal û nîv e em li vir in. Bi saziyan re peywendiya me hîna heye. Festîval çênebe jî ji bo perwerdekirina perwerdekaran dema ji me tê xwestin em xebatê bikin, em tên Amedê. Bi qasî em dikarin bişopînin û karibin li vir hebin, em ê hebin. Heger li deverên weke Nisêbîn û Cizîrê jî em mekan û meydanê bibînin, em dixwazin biçin wan deveran jî.”