DODEF û DOU-DER, di çarçoveya kampanya perwerdeya zimanê dayik û piştgiriya Rojava li Stadyûma Ataturkê ya Amedê bi beşdariya hezaran kesan konsereke bi heybet hat li darxist. Di konserê de bi stran û sloganan şoreşa Rojava silav kirin.  Di destpêka konserê de meşa xwendekarên dibistana amadeyî rastî eleqeyekî mezin a beşdarên konserê hat. Piştî rêzgirtinê, di vekirina bernameya konserê de peyama Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê hate xwedin. Di daxuyaniyê de bal kişand ser pêvajoya çareseriyê.


Çeteyan şermezar kirin

Di daxuyaniyê de şoreşa Rojava hate nirxandin û wiha hate gotin: "Em hemû hêzên emperyal û çeteyên paşverû yên herêmî ku nikarin xwe li deskevtiyên gelê Kurd rabigirin, şermezar dikin. Ji bo em polîtîkayên qirêj ên van hêzan pûç bikin, weke gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê, emê heta dawiyê xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin û heta serketinê dê têbikoşin." Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku xwedî li Diyar Alkan ê ji ber êrişa polîsan reviya û bi giranî birîndar bû bê derketin, hat kirin. Di konserê de bang hate kirin ku di çarçoveya kampanya MEYA-DER'ê ya ji bo vekirina gorên komî hemû kez îmzayan bavêje.
Piştî daxuyaniyê hûnermend bi dor derketin ser dikê û berî staranan bêjin bal kişandin ser girîngiya şoreşa Rojava Bi dorê Hemê Hecî, Hîvron, Koma Gulên Xerzan û Seyda Perînçek derketin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş kirin. Di saetên dereng de jî Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, Parlamentera BDP'ê Ayla Akat Ata û Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî tevlî konserê bûn û axivîn.

'Şoreşa Rojava qebûl bikin'

Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk jî diyar kir ku şoreşa Rojava şoreşa gel û demokrasiya radîkal e. Tûglûk, anî ziman ku çi dibe bila bibe ewê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin û got, "Divê şoreşa rojava ji aliyê herkesî ve bi awayekî rewa bê qebûlkirin. Tirkiye jî wê qebûl bike. Em weke gelên li Bakurê Kurdistanê, gelên li tevahiya Kurdistanê divê li pişt şoreşa rojava bin. Hin hêz hene naxwazin têkoşîna şoreşgerî ya gelê me qebûl bikin. Dixwazin hin lîstikan bilîzin. Lê gelê me yê li wê derê şoreşa xwe pêk anî û wê bi heman hêzê jî, şoreşê biparêzin."
Konsere bi coş li ber stranên hunermendan heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir. 

DÎHA/AMED