Li Amedê saziyên çand û hunerê yên li Amedê bi şîara  “Em Bi Hunera Şoreşgerî Sûrên Jiyanê Ava Dikin” konsera piştevaniyê li dar xistin.

Xebatkarên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê û hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê yên ku bi biryarnameya KHK’ê hatin girtin, li Salona Dawetê ya Newrozê ya Amedê bi dirûşmeya “Em Bi Hunera Şoreşgerî Sûrên Jiyanê Ava Dikin” konsera piştevaniyê li darxistin. Gelek welatî tevlî konsera ji bo moral û piştevaniyê bûn.

Gelek hunermend derket ser dikê

Konsera ku gelek kes cilên herêmî li xwe kiribûn, Hevserokên DBP’a bajar Zekî Baran û Ruken Akça, xebatkarên komeleyan û gelek muzikhez tevlî bûn. Hunermendên wekî Agît Zanyar, Azad Bedran, Berfîn Aktay, Dîlbîrîn Azîz, Farqîn, Jiyan, Rênas Pîro, Ehmed Jiyara, Şerzad, Maruf Alan derketin ser dikê. Her wiha koma Govend jî hunerên xwe pêşkêş kirin. 


 AMED