Piştî Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) nûçeyên Oner ji ber wesayîta polîsan lêqelîbî jiyana xwe ji dest da bi îfadeyên şahidên bûyerê weşandin û Forma Qeyda Ambulansê ya Oner li baxçeyê Qereqola Şehîdlikê bi awayekî birîndar girt û pişt re bi "Bêtêlê" banga ambulansê kirin û pişt re birîbûn nexweşxaneyê derxistibûn holê.Piştî DÎHA'ê agahiyên di Forma Qeyda Ambulansê de weşandin derbarê endamên yekîneya tenduristiyê yên wê şevê peywirdar bi îdîaya "Belge dan" lêpirsîn hate destpêkirin. Hate ragihandin ku derbarê 2 kesên di yekîneya tenduristiyê yên ambulansê de hem Wezareta Tenduristiyê û hem jî dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin.
AMED