Kolektîfa Ax û Av li Sumer Parka ya Amedê ku Forûma Civakî ya Mezopotamyayê a bi dirûşmeya “Ji bo mirovahiyê dê li dijî kapîtalîzm û metîngeriyê azadî bi ser bikeve” pêk tê, qadek ji xwe re veqetand û dest bi avakirina “Malên Ekolojîk” kir. Berdevkê Kolektîfa Ax û Av Metîn Yegîn, diyar kir ku bi vê projeyê armanc dikin ku civaka ekolojîk pêş bixin. Yegîn, bal kişand ser jiyana civaka Brezîlya yên ‘Bêax’ û wiha got: “Em wekî kolektefa ‘Ax û Av’ bawer dikin ku divê her kes xwedî kolektifa malên ekolojîk be. Me li ser vê bingehê li ser zeviyan xaniyên bi kerpîç çêkir û zevî li ser kesî tapo nekir. Di projeyê de têgeh û feraseta mulkiyetê tune. Jiyanek civakî û kolektîf heye.
Di 4 mehan de 7 xanî
Yegîn, da zanîn ku di 4 mehên dawî de 7 xaniyên kerpîç ava kirine û di avakirina xaniyan de hemû malbat bi awayekî hevpar bi hev re xebitîne. Yegîn, da zanîn ku wan di hewşa xaniyên kerpîçî de baxçeyên organîk çandine û wiha got: “Em dixwazin bi jiyana hevbeş û civakî civaka ekolojîk pêş bixin. Em li dijî avahiyên ku ji aliyê serdestan ve bi buhayên gelek buha pêşkêşî civakê dikin xaniyên kerpîçî pêş bixin. Sedema vê projeyê jiyana ekolojîk û xwezayî ye. Em ka, pûş û heriyê li nava hev dixin û piştre dixin qaliban. Xaniyên kerpîç li dijî germ û sermayê pir baş in. ”
DÎHA/AMED