Serokê Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) ya Amedê Cafer Koluman, anî ziman ku li Amedê di navbera 4 û 5 hezar de nifusa Elewiyan heye û wiha got: "Demekê digotin xwarina Elewiyan nayê xwarin an jî ji ber nasnameyê dijber dihatin dîtin. Lê ev yekê berî darbeyan 12'ê Îlonê pêk dihat. Bi tevgera azadiyê zanistiya civakê pêk hat û nêrînan li hemberî Elewiyan guherî."
Koluman, da zanîn ku elewî li Amedê hewildana bi hev re bijîn didin. Koluman, bilêv kir ku bi helwesta hemû êşên li herêmê pêktên bi hev re bijîn tev digerin. Koluman, destnîşan kir ku cemxaneya hate vekirin ji ber ku cemxaneya yekemîn a herêmê ye û ev yekê gelek girîng e. Koluman, anî ziman ku divê Mala Çandê ya Cem a Pîr Sultan Abdal bibe cihê çanda Elewiyan a Rojhilata Navîn. Koluman, diyar kir ku di bin banê cemxaneyê de Lijeya Pîran a ji 6 kesan pêktê avakirin û ji wan pîran 4 li Dêrsîmê 2 jî li Amedê ne.  

DÎHA/AMED