Midûriyeta Şaxa Sporê ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê amadehiya 3'yemîn Meşa Xwezayî ya Hênê pêkbîne, dike. Meş di 27'ê Hezîranê de bi şîara "Bi Xwezayê re bibe yek, bi sporê re azad bibe" li gundê Serdê û Ayn-i Kebirê dest pê bike. Di daxuyaniya ji hêla Midûriyeta Şaxa Sporê de hat weşandin de, hat gotin ku meşa xwezayê her dawiya mehê de li navçeyekê dê pêk were. Midûriyetê diyar kir ku ji bilî nexweşan her kes dikare tevlî meşa xwezayê bibin.
Midûriyetê ragihand ku welatiyên dixwazin tevlî meşê bibin bên avahiya midûriyetê ya li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê û li wir navê xwe binivîsînin. Midûriyetê aşkera kir ku welatiyên nexweşiya dil û alerjiyê bi wan re hebin tevlî meşê nabin.
DÎHA/AMED