
Di merasima vekirinê de Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, Namzetên HDP'ê yên Amedê Ziya Pîr, endam û rêveberên HDP'ê û xwediyên Qonaxa Cemîlpaşa malbata Cemiloglu, nûnerên saziyên civakî amade bûn.
Di vekirina muzeyê de berpirsiyara Kordînasyona Muzeyê Zeynep Yaş, spasiya xwe ji gelê Amedê re xwest û diyar kir ku ji ber li çand û dîroka xwe xwedî derketine nirxên xwe parastin.
Ji malbata Cemîloglu Nejat Cemiloglu, jî anî ziman ku ji ber vê xizmeta şaredariyê gelek kêfxweş in. Hevşaredarê Amedê Firat Anli, jî anî ziman ku mesken dîrok, nasname, hebûn u rûhê civakê ye.
Hevşaredar Gultan Kişanak jî axivî û diyar kir ku bi boneya dîrok û çandê biparêzin ev berpirsiyariya xwe pêk anîne. Piştî axaftinan vekirina Qonaxa Cemilpaşa bi sînevîzyonê pêk hat. Piştre kesên beşdarî vekirina muzeyê bûn li muzeyê geriyan.
DÎHA/AMED