Şaredariya Sûrê di qada perwerdehiyê de bêngavek nû da destpêkirin. Şaredariyê li Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Mehmet Geren a Şaredariyê ku ji sala 2004'an û virde pewerdehiyê dide xwendekaran, dest bi pêvajoyek nû kir. Şaredariya Sûrê piştî li meclisê biryar girt û şûnde ji bo xwendekarên xwe bi zimanê kurdî perwerde bike, dest bi perwerdehiya kurdî kir.

Hemû dersan bi kurdî didin


Pêşî mamosteyan bi kurdî dersa fîzîk, felsefe û ziman dan û piştre Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, daxuyanî da. Demîrbaş, anî ziman ku mafê ziman mafekî rewa û mirovene ye û divê her kes ji vî mafê xwe sûdê bigirin. Demîrbaş, da zanîn ku mafê ziman beriya zagonan tê û her çend li Tirkiyeyê zagon destûr nedin mafê zimanê zikmakî jî ewê vî mafê xwe yê rewa û mirovane bikar bînin û li vir bi zimanê kurdî dest bi perwerdehiya dersên dibistanê dikin. Demîrbaş, anî ziman ku di serî de dersên dîrok, felsefe, fîzîk, matematîk û hemû dersên din bi kurdî didin û niha 150 şagirtê Mala Piştgiriya Perwerdehiyê wê li vir perwerdehiya zimanê kurdî bibînin.

Di kurdî de pêvajoyeke nû


Demîrbaş, destnîşan kir ku pêvajoyek nû hatiye destpêkirin û ji bo piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û li Rojhilata Navîn bibin mînak dixwazin pêşengiyê bikin. Demîrbaş, da zanîn ku perwerdehiya zimanê zikmakî wê li hemû bajaran xurt bikin, wiha got: "Bedela wê çi dibe bila bibe ji bo xwîn neyê rijandin em vê pêvajoyê didin destpêkirin. Em tenê ji bo xwe naxwazin. Em ji bo hemû gelan mafê perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin. Niha em dersê didin 150 şagirtî û emê piştre belgeyan jî bidin şagirtên xwe.


DÎHA/AMED