Peykersazê ji Rojhilatê Kurdistanê Seywan Seidiyan ji bo fêrkiririna Soranî bo xelkên Amedê bi alîkariya Şaxa Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya Amedê dest bi dersa Soranî kir. Seidiyan li ser mijarê weha axivî: “Ez dixwazim ev bibe bingeheke têkiliyên me.” 

Peykersaz Seywan Seidiyan ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye û Kurdekî Soranîaxêv e. Seidiyan hem reng dide hunera Kurdî hem jî hewl dide ku zanîna xwe bi gelê Bakurê Kurdistanê re parve bike. Bi vê mebestê Seidiyan dest bi dayîna kursa zaravayê Soranî kir. Her weha berî niha Seidiyan li Akademiya Ehmedê Xanî jî kursa Soranî vekir. 


40 kes tevlî dibin

Seidiyan bi alîkariya Weqfa Îsmaîl Beşikçi ya Amedê li avahiya Oryil My Ofîs dest bi dayîna dersa Soranî kir. Kursa ku îlana wê li ser medyaya civakî çêbû, bi hatina cem hev ya bijîşk, mamoste, parêzer û rojnamegeran, dest bi fêrkirina Soranî kir. Bi du polan, di dawiya hefteyê û nava hefteyê de ders tê dayîn. Hêjmara xwendekaran qederê 40´î ye. 


‘Ez dixwazim ev bibe bingeha têkiliyan’

Mamosteyê kursê Seidiyan diyar kir ku ew tîpên Erebî ku axlebê Kurdên Başûr û Rojhilat ji bo Soranî vê bikartînin, dersê dide û armanca wî ew ê ku di nava salekê de Soranî fêrî hevalên xwe bike. Seidiyan da zanîn ku ew bi şêwazên cuda dersê dide, hem karê mal hem jî ji bo fêrbûna guh stranên Soranî dide guhdarîkirin. 

Seidiyan destnîşan kir ku ji ber sînorên dagirkeran qutbûnek di navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de heye û li ser vê yekê weha peyivî: “Em ji hev fêm nakin, ez dixwazim ev bibe bingeheke têkiliyên me.” Seidiyan bi lêv kir ku xwendekarên wî hemû kesên ciwan û temen mezin in û weha pê de çû: “Em perwerdê didin mezinan ji ber ku zarokên Bakur bi Tirkî diaxivin, divê destpêkê fêrî Kurmancî bibin û pişt re jî em wan fêrî Soranî bikin.” 


Xurtkirina pêwendiya zaraveyan

Nûnerê Şaxa Weqfa Îsmaîl Beşikçi yê Amedê û kursiyer Ehmed Kanî jî diyar kir ku ji bo peywendî di nava parçeyên Kurdistanê de çêbe wan alîkarî da vê kursê. Kanî got, wan xwest kesên di nava civakê de dixebitin ji bo peywendiyan fêrî Soranî bibin. Kanî da zanîn ku ew destpêkê mamostayê zimanê Tirkî û niha jî mamostetiya Kurmancî û Dimilkî dike û gotinên xwe weha dewam kir: “Her tim zimanan bala min kişandiye, ez bi Kurmancî û Dimilkî dizanim û niha jî dixwazim fêrî Soranî bibim”. 


‘Soranî ji min re wek helbestekê ye’

Mamostaya Îngilîzî û kursiyera kursa Soranî Ferayî Olçer jî diyar kir ku ew dixwaze fêrî hemû zaravayên Kurdî bibe, ew difikire ku dema Kurd hemû zaravayên xwe bizanin dê hestên neteweyî xurt bibin û ev ê yekîtiyê bide avakirin û sînor rabin. Olçer got, ew ji dersê kêf digire û gotinên xwe weha bi dawî anîn: “Dema ez hevalên xwe dibînim ez kêfxweş dibin ji ber ku hîsên me hevbeş in. Soranî ji bo min pir xweş e, ez wek zimanekî helbestî dibînim. Dema mirov ji tiştekî hez bike û ji bo wî hewl bide, mirov bi ser dixe.” 


DİHA/AMED