Rêxistina Komalên Ciwan ya ev çalakî organîze kiriye, ragihand ku armanca wan ew e pêşengên azadiya Kurdistanê her tim di nava têkoşînê de zindî bihêlin û wan bi gelên din bidin naskirin.
Bi pêşengiya Rêxistina Komalên Ciwan tax û kolanên Amûdê bi wêneyên 110 pêşeng û rêberên Kurd yên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane hatin xemilandin. Ji wan wêneyên 64 keç û xortên bajarên Amûdê yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane.
Her weha wêneyên 34 şehîdên Serhildana Qamişlo jî hatin daliqandin. Li gel van pakrawanan, bê goman xelkê Amûdê rêberên Kurd yên jiyana xwe ji dest dane ji bîr nekirin. Dema mirova li kolanên Amûdê dimeşe, wêneyên Şêx Seîdê Pîran, Qazî Mihemed, Mele Mistefa Berzanî û Şêx Meşûqê Xeznewî dikare bibîne. Her weha wêneyên pêşengên mîna Egîd, Zîlan, Mazlum, Sema, Rûstem Cûdî, Şîlan Kobanê, Osman Silêman, endamê Yekîneyên Parastina Gel Kemal Hisên û yê Mişel Temo jî hatine daliqandin. Derbarê mijarê de, endamê rêxistina Komalê Ciwan Mihemed Ehmed ragihand ku armanca wan ji vê çalakiyê ew e ku pêşengên azadiya Kurdistanê her tim di nava têkoşînê de zindî bihêlin û wan bi gelên din bidin naskirin.
AMÛDÊ