Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di civînê de ji nû ve avakirina komîteyên girêdayî meclîsê, nirxandina kar û xebatên meclîsê hatin nirxandin. Her weha li ser mijarên pêdiviya rêxistinkirinê, kar û xebatên meclîsê yên meha pêş jî guftugo hatin kirin. Endamê Meclîsa Gel a Amûdê Rojhat Laser jî axivî û diyar kir ku ji beriyar salekê meclîs hatiye damezrandin û got: ’’ Ji bo ku em karibin xizmeta civakê bikin, her endamekê me cihê xwe di zêdetirî komîtekê de girt. ’’ Laser girîngiya rêxistibûyînê destnîşan kir û diyar kir ku civaka ne rêxistinkirî wê nikaribe bibe civakeke pêşketî.
Laser da zanîn ku wan ji demên derbasbûyî ezmûn derxistine, lewre pêwîste komîteyên xwe ji nûve saz bikin û meclîs di nava çar komîteyên sereke de were dabeş kirin, ev komîte wê di çarçoveya xebatên xwe de kar bikin. Laser destnîşan kir ku meclîsa wan tevî hemû rewşên dijwar û kêmasiyên heyî jî ji bo xizmeta civakê hewildaye ku bibe bersiv. Di dawiya civînê de komîte hatin avakirin û her endamek meclîsê li ser daxwaza xwe cihê xwe di komîteyan de girtin.
ANHA/AMÛDÊ