Rêxistina BDP Antalyayê bi mebesta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li avahiya xwe panelek li darxist. Di panelê de helbestvan Şukru Erbaş, nivîskar Hasan Kiyafet û gelek welatî amade bûn. Panela ku Serokê BDP'ê yê Antalyayê Îhsan Nergîz moderatoriya wê dikir, Berdevkê TZP'a Kurdî Mehmet Şahîn û helbestvan Dilbêzare Bêkes jî wekî axaftvan tevli bûn. Di panelê de li gel zaravayên Kurdî Kurmancî û Dimilkî dem bidem ji bo guhdarvana bi tirkî jî hat ravekirin.

Di beşa pêşî ya panelê de Dilbêzare Bêkes, mafê axaftinê girt û axaftinek li ser zimanê Kurdî û pêşketina zimanê Kurdî ya di nava dîrokê de kir. Bêkes, da zanîn ku gelê Kurd di erdnîgariya Mezopotamyayê de gelê herî qadîm e û zimanê Kurdî jî ji yek zimanê herî dewlemend ê vê erdnîgariyê ye. Di beşa duyem de berdevkê TZP'a Kurdî Mehmet Şahîn jî destnîşan kir ku gelê Kurd bi sed salane li hemberî polîtîkayên pişaftinê rû bi rû mane û di encama van polîtîkayên herî giran de zimanê Kurdî bi bandor bûye. Şahîn, diyar kir ku nifşên ji perwerdehiya zimanê zikmakî mehrûm mane vê rastiya bi awayekî zelal radixe ber çavan. Şahîn, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Lê li hemberî van polîtîqayên pişaftinê zimanê Kurdî li Kurdistanê bi awayekî zêde tê li kar anîn û hêj jî yek ji zimanê herî dewlemend e."

ANTALYA