Li Astanayê cara 12 an li ser rewşa Sûrî civîn hat li darxistin.Civîna ku pêr dest pêkir doh bi dawî bû.Civîn li paytexta Kazaxistanê Nûr Sultanê (Astana berê) pêk hat.Di Civînê de şandeyên dewletên garantor (Rûsya, Îran û Tirkiye), nûnerên rejîma Sûriyê û opozîsyonê yên girêdayî Tirkiyê, nûnerê navdewletî Geir Pedersen, nûnerên Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Penaberan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor amade bûn.
Beşdaran di roja yekemîn de nîqaş li ser komîteya destûrê kir û bêyî tu encaman derbas bû. Her wiha nûnerê Rûsyayê Alexander Lavrentev diyar kir ku pir xal hene ku ne diyar in.
Astana dîsa bi bin ket
Di civînê de li ser rewşa Idlibê ya îro jî gotûbêj hatin kirin. Nûnerê Rûsyayê beriya ku nîqaş dest pê bike, got topbaranên hewayî dê li dijî terorîstan berdewam bikin.Çavdêran diyar kir ku civîna Astanayê ya nû dîsa bi bin ket.
Diyalogên Astanayê di navbera dewletên garantor de ya li ser Sûriyê di Çileya 2017’an de dest pê kir.Dîplomatekî rojavayî ji rojnameya El-Ereb re got Moskov dizane civînên Astanayê yên dawî tu pêşketinê bi xwe re nayne.
ASTANA