Kurdistaniyên li Atînayê ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê, dest bi çalakiya nobetê ya bê mohlet kir.

Çalakî bi pêşengiya Platforma Bakurê Kurdistanê-Tirkiye ya Yekîtiya Çalakiyan a Yewnanistanê dest pê kir û li meydana Syntagmayê pêk tê.

Kurdistanî û nûnerên gelek rêxistinên çepgir ên Tirkiyeyî tevlî çalakiyê bûn. Li qadê konek hate vedan.

Wêneyê mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCDK, HBDH û HPG’ê li kon hatin daliqandin.

Her wiha, pankarteke ji wêneyên çalakgerên greva birçîbûnê jî hate vekirin.

Bi zimanên Yewnanî û Ingilîzî belavok hatin belavkirin.

Çalakî wê her roj saet di navbera 12:00-19:00´an de pêk were. Qada çalakiyê nêzî parlamena Yewnanistanê ye.

Daxuyaniyek li qadê hate dayin û hate gotin, “Heta ku tecrîd bi dawî bibe, heta ku daxwazên bi hezaran berxwedêran bi cih werin anîn, çalakiya me wê bidome.”

 

ATÎNA