Li gorî agahiyên ji Rayedarên Deriyê Sînor ê Sêmalka û Asayîşa Rojava hatine girtin, di nava 3 mehên dawî de zêdetirî 26 hezar û 800 koçber ji başûrê Kurdistanê vegeriyane malên xwe.

Endamê Asayîşa Rojava Dilbirîn Efrîn ku li ser sînorê di navbera rojava û başûrê Kurdistanê peywirdar e, diyar kir ku di nava 3 mehên dawî de ji sînorê gundê Şerikê re 10 hezar û 488 koçber ji başûrê Kurdistanê vegeriyane malên xwe. Her wiha hin çavkaniyan diyar kirin ku di riya gundê Keleha Tawis û Gira Sor ku wekî riyên qaçax tên zanîn de jî di nava mehekê de zêdetirî 300 koçber ji Başûr vegeriyane malên xwe.
Endamê Komîteya Têkiliyan a Deriyê Sînor ê Sêmalka Nûrî Reşad jî da zanîn ku rojane hejmara koçberên ji başûrê Kurdistanê vedigerin zêde dibe û carinan ji hezar kesî dibore. Reşad da zanîn ku ji destpêka meha tîrmehê heta 14’ê cotmehê hejmara koçberên di Deriyê Sînor ê Sêmalka ji Başûr derbasî Rojava bûne gihîştiye 15 hezar û 412’an. Koçberên ku vedigerin malên xwe diyarkirin ku rewşa koçberên Rojava yên di kampên Başûr de pir xirabe û pêdiviyên wan ên jiyanî nayên bicîhanîn. Koçberan di riyên qaçax re jî tên destnîşan kirin ku rastî astengiyên pêşmergeyan tên.

DÊRIK