Ji gundê Sêderiyê Yakûp, sedema cota bi hespan a li şûna traktorê vegot û got, “Niha li 7 gundên Suryaniyan ên li Çiyayê Bagokê; Badibê, Sêderî (Xerabê Mişka), Erkah, Ihwo, Kafro, Enhil û Arbo li şûna traktorê bi hespan cot tê kirin. Erd dijwar e û tije kevir e. Traktor nikare cota vir bike, lewma em bi hespan dikin. Em li To Îzlo (Çiyayê Bagokê) ji dayik bûn û Suryanî wê vî çiyayiê xwe yê pîroz, ax û kevirên xwe neterikînin.”



FERHAT ARSLAN/ANF/MÊRDÎN