Xwendekar û hîndekarên Zanîngeha Enqereyê eleqeyek mezin nîşanî kampanyayê didin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê bi armanca li hemû taxên bajêr pirtûkxane bên avakirin kampanyaya ‘Li bajarê çiyê bihuşta pirtûkxaneyan’ dabû destpêkirin; ev kampanya li Enqereyê rastî eleqeyeke mezin hat. Zanîngehên Enqereyê di çarçoveya kampanyayê de dest bi komkirina pirtûkan kirin. Yek ji van zanîngehan jî Zanîngeha Enqereyê ye. Xwendekarên Fakulteya Zanista Siyasî ya Kampusa Cebeciyê ji bo piştevaniya kampanyayê dest bi komkirina pirtûkan kirin.
Xwendekarê Fakulteya Zanistiya Siyasî Erhan Demîr der barê xebatên xwe de agahî dan û got, di 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de dest bi xebata komkirina pirtûkan kirine û wiha axivî: “Di çarçoveya kampanyayê de heta niha me 400 pirtûk kom kirin. Armanca me ew ku ji bo pirtûkxaneyê em 2 hezar pirtûkan kom bikin.”


 
DÎHA / ENQERE