Li Kerkûkê ji ber parvenekirina neftê welatiyan xwepêşandan kir. Rêveberiya Parvekirina Neftê ya Kerkûkê eşkere kir ku rojane 650 hezar lître neft parve dikin.

Li navenda parvekirina benzîna Îskan tevî ku welatî ketibûn dora neftê jî, ji wan re gotin ku neftê parve nakin. Ev yek bû sedema nerazîbûna welatiyan û dest bi xwepêşandanê kirin.

Welatiyan nêzî nîv saetê deriyê navendê girtin û rê nedan wesayît benzînê bistînin.

Piştî xwepêşandanê Rêveberiya Parvekirina Berhemên Neftê ya Kerkûkê daxuyanî da. Berbirsê Rêveberiya Parvekirina Berhemên Neftê ya Kerkûkê Kawa Reşîd diyar kir ku sedema xwepêşandanê parvenekirina nefteyê, lê yên xwepêşadan kirî newelatî ne, ew kesên ku bi kirê neftê ji bo welatiyan distîninin û got; “Me qedexe kiriye ku ev kesane li navendên hikûmetê neftê bistînin. Divê ji benzînxaneyên ne hikûmî bigrin. Da ku hemû welatî bikarin mafê xwe bistînin.”

 

ROJNEWS/KERKÛK