Bi destpêka avakirina desteyên Rêveberiya Xweser di destpêka meha Cotmeha sala çûyî de, berpirsiyariya tûrîzmê di Desteya Çandê de hate diyarkirin. Erka wê aktîf û teşwîqkirina tûrîzm li herêmên Rêveberiya Xweser e.

Gerînendeya tûrîzmê plana karê 5 salan danî. Ew jî ji belgekirina cihên seyahî bigire heta bi avakirina buroyên tûrîzmê li hundir û paşê ji bo teşwîqkirina tûrîzmê vekirina buroyan li derve. Cîgirê Hevserokê Desteya Çandê û berpirsê tûrîzmê Salih El-Necim got: “Em li benda erêkirina rêziknameya hundirîn a tûrîzmê ne.”

EYN ÎSA