Piştî ku hêzên cîhanî ên weke Koalisyona Navneteweyî û Rûsya dest werdan hundurê Sûriyeyê, li herêmê rewşeke nû dest pê kir, hemû hevsengî hatin guherandin, van herdu hêzan an wê li hevdu bikirana û bi hevdu re konseptên xwe ên şer û çareseriyê diyar bikirana, yan jî wê li dijî hevdu bi awayekî ji awayan li beramberî hevdu şer bikirana.
Lê ji ber ku di vê sedsalê de êdî ne şer ne jî tekoşîn naşibihe ya sedsala 20`an, mirov dikare bibêje ku ev herdu hêz, hem bi hev re di nava nakokî û şerekî de ne, hem jî di gelek mijaran de li gora berjewendiyên xwe li hevdu jî dikin.
Niha li Bakurê Sûriyeyê ev konsept heye, jixwe ji despêkê ve Koalisyona Navneteweyî li ser xeta Cerablus-Ezazê bi Tirkiyeyê re li hev kiribû, li beramberî wê jî aliyê Tirkiyeyê ve dabûn razîkirin ku balefirgeha Încirlîkê bi kar bînin. Lê, piştî ku Rûs derbasî hêla Helebê bûn nakokiyên wan heya asta xistina balefira cengê ya Rûsan zêde bûn. Di heman demê de hêz û grûbên girêdayî Tirkiyeyê derbasî çiyayê milê Ezazê kirin, di navbera hêzên me û wan grûban de jî şer derket, û di encamê de Tilrifet, Minix û çend gundên din hatin rizgarkirin.
Herwiha hêzên QSD`ê bi pêş ve diçûn, ev pêşveçûn wê biba sedema vekirina korîdora di navbera Heleb-Efrîn û Efrîn-Kobanê de. Lê ji aliyekî ve dewleta Tirk talîmat da ku deverên DAIŞ û Cebhet El-Nusra lê dimînin, radestî grûbên qaşo Artêşa Azad in - ku tenê cilên xwe guhertin bikin, ji bo ku karibin meşrûbûnê bidin êrişên li ser hêzên QSD`ê û li seranserî sînorê Efrînê bi taybet bi çekên giran destek da wan. Ji milê din ve jî Rûsyayê xwe ji herêmê vekişand û amedekariya êrişa li dijî Helebê bi rêjîmê re kir, pişt re van hemû grûban bi hev re êrişî Şêx Meqsûdê kir.
Dema ku em li vê tabloyê temaşe dikin, em di bin re lihevkirina Rûsya û Emerîkayê dibînin. Bêguman van herdu hêzên cîhanî biryara xwe daye û bi Tirkiyeyê re di nava konsepteke gîştî de ne. Konsept jî ev e, wê hemû aloziya ku îro di wê xeta 90 km de kom bûye bi vê lihevkirinê çareser bikin. Ew ê hewl bidin ku hêzên me yên ku sêyeka erdê Sûriyeyê rizgar kiriye û di xeta Neteweya Demokratîk û jiyana hevbeş de dixwaze pergalekê bi pêş bixîne; tenê di hêla leşkerî de bi kar bînin û van hêzan bi nûnerên wan ên siyasî ve li derveyî diyaloga li ser Sûriyeyê bihêlin. Ew dixwazin ev hêz hebin, lê marjînal bin û di bin emrê wan de bin. Jixwe belgeya De Mistura jî nîşaneya vê yekê ye. Ji wê demê ve li pêş çavên hemû cîhanê kiryarên sûc ên van hêzan hene, li Şêx Meqsûd çekên qedexe hatin bikaranîn, Eniya Îslamî ji bo wê li xwe mukir hat jî, lê kesî dengê xwe nekir.
Heya niha ji bo çaraseriya siyasî jî tu gav nayên avêtin, berovajî wê, bi konseptekê êrişek di hêla têkiliyên dîplomasî, leşkerî û ragihandinî de li ser me heye, gotina hemûyan jî yek e. Têkiliya xwe ji PKK`ê qut bikin û têkiliya xwe bi PDK û Koalisyonê re baş bikin. Ev tê çi wateyê? Tê wateya ku gelê Kurd li her çar parçeyan komkujî heq kirine. Tevî ku herî baş Koalisiyona Navneteweyî dizane ku tu têkiliya Rojava ya organîk (rêxistinî) bi PKK`ê re nîne, dîsa jî bi PDK´ê re çiqas hewldanên me çêbûne, lê Tirkiyê ev têkilî xirab kirine. Di her firsendê de deriyê Sêmalka digire û mîna şûrê Demokles bi kar tîne.
Niha bermahiyên ENKS`ê ku girêdayî PDK`ê ye li Stenbolê rûdinin û bûne ajanên MÎT´ê. Bûne şirîkê komkujiya li Şêx Meqsûd, dîsa Koalisyona Sûrî jî bi daxuyaniyên herî faşîst helwesta xwe li dijî me diyar kir. Em ê çawa û li ser kîjan zemînî têkiliyan bi pêş bixînin gelo? Ji me re dibêjin werin mîna Hekîm, Fuat Elîko û Îbrahîm Biro bibin ajanên MÎT`ê, ev yek jî neçar e. Ev konsept ji bo bandorê li morala gelê me û tekoşîna me bike tê meşandin. Bila hêzên cîhanî jî zanibin ku du gotinên Kurdan û hevalbendên wê jî hene. Em jî dikarin bibêjin hûn bêyî me nikarin li ser erdê bi pêş ve herin; va ye DAIŞ dîsa Raî û 20 gundên din ji hevkarên we girtin, ya din jî em ne bê alternetîf in, dema bê xwestin, em dizanin em ê bi kê re û çawa tifaqê bikin.