Şerê Gerîla li dijî dagirkeriyê dewam dike. Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li Colemêrg, Şirnex û Başûrê Kurdistanê derbên giran li artêşa Tirk xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şer û çalakiyên gerîla yên 29-30’ê Cotmehê agahî da.

Berfirehiya daxuyaniya HPG’ê wiha ye;

“Artêşa Tirk  29’ê Cotmehê li qadên Besta Meyremê, Girê Hêliz, Girê Sêva û Besta Bluzera yên herêma Besta ya Şirnexê dest bi operasyonê kir. Êvara heman rojê, hêzên Gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de li Girê Sêva li yekîneyên operasyonê xist. Ji du baskan ve derbên giran li yekîneya dijmin hate xistin û di encamê de 2 esker hatin kuştin. Artêşa Tirk 30’ê Cotmehê bi rengekî bêencam ji herêmê vekişiya.

Li Geverê 5 esker hatin kuştin

29’ê Cotmehê, li navçeya Qilabanê ya bi ser Şirnexê li dijî eskerên Tirk ên li Girê Kilik ê nêzî Qereqola Tepê Çeta çalakiyek pêk anîn. Hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin. 30’ê Cotmehê li navçeya Geverê ya ser bi Colemêrgê, li dijî eskerên ku li Girê Şehîd Zerdeşt rêya ewlekariyê çêdikir, çalakiyek hate kirin. Ji du baskan ve li yekîneya dijmin hate xistin û di encama çalakiyê de 2 dozer hatin rûxandin, 5 esker jî hatin kuştin.

Li Barzanê 6 esker hatin kuştin

Heman rojê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa dagirker a li ser Tepê Xwedê çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de çepera dijmin bi temamî hate rûxandin û 6 esker hatin kuştin.”

 

ANF/BEHDÎNAN