Berpirsê Buroya YNK’ê yê Şaxa Mûsilê, Xeyas Sûrçî der barê şer de doh ev agahî dan: “Niha ez li Başîka me û heta niha jî şer dewam dike. Hêzên pêşmerge bersiva êrişa çeteyan da û êriş şikandin.” Sûrçî got, çete çiyayê Başîka topbaran dikin. Li gorî agahiyên Xeyas Sûrçî di encama şer de gelek çete hatine kuştin. Her wiha çeteyekî xwekuj xwe di nava sengereke pêşmergeyên li Xazirê de teqandiye. Ji ber vê êrişê şehîd û birîndar hene. Li gor Sûrçî heta saeta hevpeyvîn pê re hat kirin, 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabû û 7 jî birîndar bûbûn.

Çeteyên DAIŞ´ê pêr serê sibê seat 05:00’an her wiha êrişî sengerên pêşmergeyên li herêma Giwêrê ya Mexmûrê jî kir, lê êrişa wan hat şikandin.


ROJNEWS/HEWLÊR