Li navçeyên Silêmaniyê, Seyîdsadiq, Pêwcwên û bajarê Helebceyê karmend û mamosteyên ku ev 5 mehin bi behaneya krîza aborî mûçeyên xwe nagrin, doh jî neçûn ser kar. Li Seyîdsadiqê mamoste Erselan Eskender got Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsiyarê vê rewşê ye.
Karmend û mamostayên Helebce jî doh weke rojên derbas bûyî neçûn li ser kar û diyar kirin ku ew bi neçûna ser kar bi biryarin. Karmand û mamostayan dan diyar kirin ku heya daxwazên wan bi cih neyên, wê boykota wan dewam bikin.
Karmendê Dadgeha Helebce Herdî Elî Ehmed diyar kir ku ev nêzî 2 hefteyane karmend û dadgerên Dadgeha Helebce boykota xwe berdewam dikin û wiha got: “Karmendan biryar dane boykota xwe berdewam bikin, heta ku mûçeyên wan tên dayîn."
SILÊMANÎ