Li başûrê Kurdistanê di sala 1991’an de komek ciwanî li navçeya Kelar a ser bi îdareya Germiyanê, li dijî êrişên rejîma Baesê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû. Selam Ezîz jî yek ji wan ciwanan bû. Selam der barê çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî rejîma Baesê û greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan de peyivî.

Selam got, çawa  wê demê grev gihîşt serketinê, greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dê bi ser keve û got, “Armanca çalakiya me ya wê demê, ji bo mijara li dijî firrîna balefiran a ser Başûrê Kurdistanê û azadkirina girtiyên siyasî yên ku ji aliyê rejîma Baesê ve hatibûn destgîrkirin bû. Gelê me hemû bi hev re û yek deng helwêsta xwe nîşan da. Hemû hatin ber derê nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Kelarê. Xelkê me Neteweyên Yekbûyî mecbûr kir ku daxwazên me pêk bînin. Piştî wê, çalakiya me bi ser ket. Rejîma Baesê neçar ma girtiyên siyasî azad bike û firrîna balefiran a ser Başûr hate rawestandin.

Rêber Apo weke Neson mandela ye

Selam Ezîz  li ser berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan jî ev nirxandin kir, “Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîdê hem li Başûrê Kurdistan û hemû parçeyên din di cihanê de deng veda. Ji bo vê divê hemû Kurdistanî jî piştgiriya çalakiyan bikin.

Selam di dawiyê de got, “Ez hêvîdare tecrîda li ser Ocalan rabe. Heger îro jî nebe, sibe tecrîda li ser Ocalan wê bi dawî bibe. Divê ev yek bê zanîn, Rêber Apo weke Nelson Mandela ye. Hertim gotiye aştî, aştî û aştî.”

 

ROJNEWS/GERMIYAN