
Rêveberiya Başûrê Kurdistanê pêşniyaz kir ku encama referandûmê bicemidîne. Bexdayê jî bersiva em ê binirxînin da. Aliyên siyasî yên Kurdistanê ji refên mixalefetê bixwe, dibêjin, Bexda naxwaze encamên referandûmê bên cemidandin, lê belê referandûm bi temêmî bê betalkirin. Piştî siyaseta xwe ya yek alî PDK´ê li Başûrê Kurdistanê, zerareke mezin da destketiyên gelê Kurd û bi temamî jî statuya wan xist tehlûkeyê. Daxuyaniya hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ji gelek aliyan ve rê dide ku weke teslîmiyeteke giştî bê nirxandin. Di daxuyaniya rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya pêr derengî şevê de hat gotin, “Ji bo ev rewşa xeter a Iraq û Kurdistanê di nav de ye, rê li ber şerê navbera hêzên Iraqî û Pêşmergeyan veneke, berpirsyariya dîrokî dikeve ser milê her kesî. Şerê ku heta niha di navbera hêzên Iraqê û Pêşmergeyan de qewimî, bû sedem ku her du alî windahiyan bidin. Ev yek dikare rê li ber şerekî giran veke û rewşa civakî ya pêkhateyên Iraqê ji hev belav bike.”
Sê pêşniyaz ji Bexdayê re
Di dewama daxuyaniyê de ji bo ‘çareseriya pirsgirêkan’ ev pêşniyaz hatin kirin:
‘Li pêşberî rewşa aloz û xetera ku Iraq û Kurdistan di nav de ye, berpirsyariyeke dîrokî li pêşiya me hemûyan heye, ku nehêlin ev rewş di navbera hêzên Iraqê û Pêşmergeyan de veguhere şerekî girantir.
Êrîş û şerê di 16’ê Cotmeha 2017’an de di navbera hêzên Iraqê û Pêşmegreyan dest pê kirî, zerar da her du aliyan. Eger ev rewş dewam bike wê hê bêhtir xwîn birije û bibe sedem ku pêkhateyên Iraqê ji aliyê civakî ve ji hev qut bibin.
Di şerê navbera herdu aliyan de kes bi ser nakeve. Berevajî, her du alî wê di her qada jiyanê de zerareke mezin bibînin. Ji ber vê yekê, di çarçoveya berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelên Kurdistan û Iraqê de em ji hikûmeta Iraqê, raya giştî ya Iraqê û cîhanê re eşkere dikin:
* Em dixwazin şer û hemû operasyonên eskerî yên li Herêma Kurdistanê bi lezgînî werin sekinandin.
* Encamên referandûma li Kurdistana Iraqê dikarin bên rawestandin.
* Em dixwazin, di navbera Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha Destûra Bingehîn a Iraqê hevdîtin bên destpêkirin.”
Bexda wê binirxîne
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Ibrahîm Caferî, li ser teklîfa cemidandina encama referandûmê de bersiva Iraqê da û got, “Em ê di çarçoveya destûra bingehîn de binirxînin.”
Ibrahîm Caferî ji Moskowê daxuyanî da, got, “Hemû dinya li dijî referandûmê bû. Yekîtiya Ewrûpa, welatên Ereb û Kongreya Welatên Misilman. Lê mixabin Barzanî li ser ya xwe ma.”
Dema ku Caferî ev daxuyanî da Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî li Tirkiyeyê bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re rûniştibû.
Hikûmeta navendî doza hilweşandina referandûmê dike
Li gorî Serokê Koma Tevgera Gorran a li Parlamentoya Iraqê, Kawa Mihemed, hikûmeta Iraqê hilweşandina encamên referandûmê dixwaze, ne rawestandina encaman. Wî wekî din pirsgirêka rewabûna hikûmeta heyî ya Başûr jî bi bîr xist û got; “Mafê vê hikûmetê nîne li gel Bexdayê guftûgoyê bike.”
Kawa Mihemed îşaret bi daxuyaniya hikûmeta Başûr a ji bo destpêkirina muzakereyan, ew lawaz bi nav kir û wiha peyivî: “Pêwîst bû berê ev kiriba. Ji ber ku berê piştgiriyeke navneteweyî û navxweyî hebû. Lê niha şikestin.”
Serokê Koma Tevgera Gorran a li Parlamena Iraqê Kawa Mihemed herî dawî got; “Mafê vê hikûmetê nîne li gel Bexdayê rûne. Divê hikûmeta rizgariya niştimanî danûstandinan bike. Bi taybetî ew aliyên ku beşdarî referandûmê nebûne. Ji bo ku di asteke bi hêz de ligel Bexdayê goftûgoyan bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Barzanî xwest dîktatoriyê zexm bike
Rêveberê Desteya Serokatiya Eniya Demokrasiya Gel, Mihemed Kiyanî diyar kir ku rewşa niha ya li Başûrê Kurdistanê, encamên desthilatdariya xerab a 26 salan e û got; “Barzanî xwest bi pêkanîna referandûmê dîktatoriyê kûrtir bike.”
Mihemed Kiyanî têkildarî sedema rewşa niha heye wiha axivî; “Tişta bi serê gelê Kurd de aşbetaleke weke ya sala 1974’an bû. Sedema wê ev hikûmeta xerab e, ya 26 sal e li Herêma Kurdistanê desthilatdariyê dike. Nekariye dewlet û neteweyê saz bike. Nekariye hêzên pêşmerge yekgirtî bike. Nekariye ruhê parastin û neteweyî di nava gel de çêke.”
‘Pêwîst bû weke Hîtler xwe bikujin’
Kiyanî axaftina xwe wiha domand; “Pirsgirêka me ew e ku rêveberên me 70 sal e rastî şikestinê tên. Lê dest jê bernadin. Pêwîst bû weke Hîtler xwe bikujin. Lê ev bê şerm in. Ligel vê yekê miletekî me yê zindî nîne. Eger hebûya, pêwîst bû van paqij bikin. Ji ber ku eger zindî bibin wê careke din me bişkînin.”
Kiyanî bal kişand ser rêyên çareseriyê yên tên pêşkêşkirin û got; “Ev çareseriyên tên eşkerekirin, gelekî lewaz in. Ev mijar, ne mijara daxuyaniyan e. Gavên pratîk pêwîst in. Divê gav ji bo daxwazên gel bin. Nabe em dest jê berdin. Eger careke din rabin wê weke xwe dest biavêjin karên berê.”
Mihemed Kiyanî got, partiyên desthilat ji bo berjewendiyên xwe ji herêmên bi nakok vekêşiyan û wiha peyivî: “Lihevkirinek ji bo mayîna hebûna hizbên desthilatdar bû. Qet destketiyek ji bo gelê Kurd tê de nîne. Tişta rû da, encama referandûmê bû. Refandûm xwe îsbatkirina Barzanî bû. Ji bo ku xwe nîşan bide bi hêz e û xwedî helwêst e. Di heman demê de, desthilatdariya 26 salan şikestiye. Bi referandûmê xwestin dîktatoriyê zexm bikin. Eger gelê me zindî be divê jiyana siyasî ya Barzanî û malbata Talabanî bi dawî bînin. Ji ber ku herdu weke hev sûcdar in, divê herdu biçin.”
SILÊMANÎ