Ji Başûrê Kurdistanê çavê ciwanan her li çûna Ewrûpayê ye û ev jî vediguhere pirsgirêkeke cidî ya civakî. Pispor weke sedema sereke desthilatdariya malbatî li Herêma Kurdistanê nîşan didin û banga hişyarkirin û bîrewerkirina ciwanan li rayedar û civaka sivîl dikin. BÊXAL EBDULQADIR SILÊMANÎ/ROJNEWS Mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Keywan Azad li Iraq û Başûrê Kurdistanê li ser sedemên koçberiya ber bi welatên derve ve peyivî. Dr. Keywan Azad got, “Sedema zelûliya siyasî yek ji sereke a koçberiyê ye.” Li gorî daneyên Federesyona Penabaran a Iraqê di nava salekê de, ango ji 20’ê Hezîrana sala 2017’an ta 20’ê Hezîrana îsal de 64 hezar û 5 welatiyên Iraqê li 43 welatên cihanê doza mafên penaberiyê kirine. 59 koçber jî di dema koçberiyê de jiyana xwe ji dest dane û winda bûne. Ji wan cenazeyên 25 kesan gihiştine Herêma Kurdistanê, lê aqûbata 34 koçberan nediyar e. Herî dawî di meha Cotmehê de jî di Derya Egeyê de 19 koçberên ji Dihok û Zaxoyê jiyana xwe ji dest dan û heta niha tenê 4 cenaze hatine dîtin. Hêzên siyasî û desthilata malbatê Dr. Keywan Azad têkildarî sedemên koçberiya ji Herêma Kurdistanê ber bi welatên din ve axivî û got; “Pirsgirêkên aborî, nebûna derfetên kar, nebûna baweriya bi hêzên siyasî û desthilata malbatî bûne sedem ku şexs û malbat li ser rizgarbûna ji van pirsgirêkan bihizirin û berê xwe bidin welatên derve.” Wê dewam bike Dr. Keywan Azad eşkere kir ku şerê li dijî DAIŞ’ê jî tesîr li koçberiyê kiriye. Wî rewşa Herêma Kurdistanê weke agir bi nav kir û got, pirsgirêkên welatên cîran bandorê li ser Herêma Kurdistanê heye, bi taybetî pirsgirêkên li Sûriyeyê. Azad da zanîn ku koçberiya li Herêma Kurdistanê wê dewam bike. Qelsbûna hîs û şiûra niştimanî Her wiha Dr. Keywan Azad îşaret bi qelsbûna hîs û şiûra niştimanî ya ciwanan kir û got, “Li zanîngehan û peymangehan ciwan di warê niştiman de nayên hişyarkirin jixwe di bernameya xwendinê de weke pêwîst cih nedaye vê mijarê. Li ser torên civakî agahiya ciwanan ji hemû deverên cihanê çêdibe, dema ku dibînin li Ewûpa jiyan aram e, berê xwe didinê û koç dikin.” Koçkirin ne çareserî ye Azad bal kişand ser rêya çareseriyê û pêşîgirtina li koçberiyê û wiha pêde çû: “Pêwîstiya me bi dem, bername û guhertina ferdên civakê heye. Her wiha divê bernameya xwendinê ji nû ve were guhertin. Divê em hemû Kurd bin, ne binemal û eşîr bin. Divê ciwan li beramber xak û welat hest bi berpirsyartiyê bikin. Li hemberî pirsgirêkan xwe bigirin. Ji ber ku koçkirin ne çareserî ye. Li Başûrê Kurdistanê ji bo jiyaneke xweştir pêwîstî bi qurbanî dan û kedê heye.” Hestkirina bi aramî û ewlehiyê Pisporê Derûnasî Teha Hisên sedemê sereke yê koçberbûnê weke nebûna aramî, rewşa aramiya derûnî, bêbawerbûna ji projeyên niştimanî dibîne û dibêje; “Yek ji pêwîstiyên sereke yên mirov, pewîstiya derûnî ye ku hestkirina bi aramî û ewlehiyê ye. Her dema ku vê pêwîstiyê têr nekir, valahî di kesayetiya mirov de çêdibe. Ev jî dibe sedem ku hinek pirsgirêk û hizirandina timî çêbe. Nabe mirov hest bi aramiyê neke. Divê hestên hezkirin, rêz û baweriyê jî tê de hebin.“ Berjewendiyên bazirganiyê ne Teha Hisên diyar kir ku timî li welatên şer lê heyî yek ji pirsgirêkên sereke koçberî ye û wiha peyivî: “Koçberbûn ji bo başkirina jiyaneke asayî ye. Lê ev koçberbûna ji welatê me heyî, ne asayî ye. Hejmarek kes Herêma Kurdistanê bi rê ve dibin. Tişta ku ji bo wan ne girîng, niştiman e. Xelk jî li vî welatî temaşeyî berpirsan dikin. Heger welat ji bo wan ne girîng be, xelk jî wê pê ve negirêdayî be. Tenê tiştek heye ku berpirs bi van hêzan ve girê dane, ew jî berjewendiyên bazirganiyê ne. Lê divê ciwan li dijî vê derkevin û koç nekin. Divê welat ji bo çend mafyayan nehêlin.” Divê reform pêk werin Pisporê Derûnasî Teha Hisên bal kişand ser rêya çareseriyê û got; “Hikûmet divê derfetên kar biafirîne û dest bi reforman bike. Aramî divê pêk were. hikûmet divê ser û malê xelkê biparêze. Divê ragihandin û rêxistinên civakî jî di vî warî de hişyariyan bikin.”